Li Cizîrê ku terora dewleta Tirk di roja 19. de didome û ro bi saetan rastî êrîşa tankan hat, Ji ber dijwariya êrîşan Cabbar Taşkin (40) ê ji aliyê hêzên dewleta Tirk duh êvarî hat qetilkirin hê ji cihê hatiye qetilkirin nehatiye rakirin, jinên bi navê Nazli Îpek Ugur û Mîne Çagrici jî ji ber gulebarana polîsan birîndar bûn.
Li Cizîrê êrîşên li dijî îradeya xwerêveberiya gel û berxwedanê di roja 19. de didome û her diçe zêdetir dibin. Bajar tevahî rojê ji bo koçberkirina gel di bin topbarana tankan de ma, di êrîşên tîmên taybet ên li ser gel de 2 jinên din hatin birîdarkirin. Li Taxa Cûdî di encama gulebarana tîmên taybet de Nazli Îpek Ûgûr (35) û Mîne Çagrici birîndar bûn. Her du jinên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Her wiha li Taxa Cûdî, Cabbar Taşkin (40) ê ji aliyên tîmên taybet bi gulebaranê hat qetilkirin jî ji ber êrîşên dijwar li cihê hatiye qetilkirin hê nehatiye rakirin.