6 ji çeteyên êrîşî Tinibê kirin hatin kuştin

Ji çeteyên hewl dan êrîşî gundê Tinib ê li başûrê Ezazê yê duh hat azadkirin bikin, 6 hatin kuştin.

Çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên destekê ji AKP/Erdogan digirin, duh bi şev saet di 22:00 de hewl dan xwe berdin nava gundê Tinib ê Ezazê ku duh ji aliyê şervanên Ceyş El Siwar ve hat azadkirin. Li gorî nûçeya ANHA'yê, şervanên Ceyş El Siwar ên bi vê êrîşa çeteyan hesiyan, di cih de dest li rewşê werdan.

Şerê ku li vê derê derket, 3 saetan dwam kir. Di encamê de hewldana çeteyan a xweberdana nava gundê Tinibê hat pûçkirin û 6 çete hatin kuştin.

Hat ragihandin ku çeteyan di heman dema b hawan û tupên gazê gundên Bênê û Cilbirê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê bombe kirin. Şervanan bersiv dan jêdera topbaranê û di navbera wan û çeteyan de şer derketin. Şer heta ber destê sibehê dewam kir.