Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê: Em biherikin qadên berxwedanê û tevlî YPS'ê bibin

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê li dijî gelê Kurdistanê yekser polîtîkayeke komkujiyê dimeşîne û bang li gelê Kurdistanê kir ku cihê xwe li navendên berxwedanê bigire.

Însiyatîfê daxuyaniyeke nivîskî weşand, bal kişand ser asta êrîşên dewletê yên li hemberî xwerêveberiyan û helwesta gelê Kurdistanê ya li hemberî vê rewşê destnîşan kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hikûmeta AKP'ê di Îlona 2014'an de bi navê 'plana têkbirinê' li dijî gelê Kurd planeke tehcîr û qirkirinê amade kiriye û xistiye meriyetê. Însiyatîfê diyar kir ku civîna 31'ê Kanûnê ya bi serokatiya Serokwezîrê Tirk Davûtoglû, hevkarên komkujiya li dijî gelê Kurd raxistiye pêş çavan û got, "Burokrasiya sivîl-leşkerî bi hev re lîstikên kirêt ên ji bo rijandina xwîna Kurdan amade kirine. Dewleta Tirk a ku li Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbîn, Kerboranê nikare berxwedana bêhempa ya xwerêveberiyê ya gelê bişikîne, dîn û har bûye. Hikûmeta AKP'ê li Cizîrê ji gel re dibêje; 'eger tu ji mala xwe derkeve ez ê te bi guleyê, tu dernekeve jî ez ê te bi çekên kîmyewî qetil bikim'. Hikûmeta AKP bi vê yekê re sûcê şer dike."

'DIVÊ HEYETÊN NAVNETEWEYÎ BIÇIN KURDISTANÊ'

Însiyatîfê bang li hemû saziyên navneteweyî bi taybetî jî Dîwana Edaletê ya Laheyê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir ku li dijî hikûmeta AKP'ê ya sûcê şer dike, bi berpirsyariya xwe rabin û ev xal destnîşan kir: "Em bang dikin ku heyetên navneteweyî bên Kurdistanê, li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Kerboran û Sûrê, cînayetên ji aliyêa dewletê ve hatine kirin di cih de bibînin.Bi berxwedana hêza xweyî ya gelê me re, desthilatdariya Erdogan ê dibêje 'jin jî be, zarok jî be ez ê wan qetil bikim' di dema herî zehmet de ye."

'PÊWÎSTE GELÊ ME CIH Û WARÊN XWE TI CARÎ NETERIKÎNE'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Gelê me yê li Cizîr, Silopiya û Sûrê, ku wê bi berxwedana xwe ya dîrokî re pêşeroja gelê Kurd qezenc bike, divê cih û warên xwe, malên xwe ti carî neterikîne. Armanca êrîşên bêperwa yên dewleta AKP'ê yên bi tank û topan, qutkirina gelê Kurd ji axa xwe û koçber kirin e. Ji bo jiyana bi nasname, rûmet û nirxên xwe yên azadiyê, berdêla xwe dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Bi vê berxwedana xwe ya destanî re em ê ji sedî sed bi ser bikevin! Serketin wê bibe para gelê me yê li mal û xaka xwe dimîne û li ber xwe dide. Ewladên herî hêja yên gelê Kurd, bi derfetên xwe re li Sûr, Cizîr, Silopiyayê berxwedana herî mezin nîşan didin. Berxwedana bi pêşengiya jin û ciwanan îro li gelek deveran Yekîneyên Parastina Sivîl îlan kiriye."

'GIRÎNG E GELÊ ME BIHERIKE QADÊN BERXWEDANÊ Û TEVLÎ YPS'Ê BIBE'

Însiyatîfê bang li tevahiya ciwanên li Bakurê Kurdistanê kir, ku bes biçin dibistanên dewleta qetlîamker, neçin leşkeriyê, tevlî refên yekîneyên YPS'ê bibin û got, "Ciwanên Kurd ên bi rûmet, divê li cem gelê xwe yê ji heft heta heftê salî li Cizîr, Silopiya û Sûrê li ber xwe dide cih bigirin û bi tevlîbûna li nava refên YPS'ê re xwedî li pêşeroja xwe derkevin.

Tevahiya gelê me yê welatparêz ê şahidiyê ji van rojên dîrokî re dike, pêwîste biherikin qadên berxwedanê, dor li dijmin bigire û bi bedena xwe dorpêçiya dewletê ya li ser Cizîr, Silopiya û Sûrê bişikîne. Gelê me yê li Kobanê sînor nas nekir, pêwîste careke din nîşanî cîhanê bide ku dorpêçiya AKP'ê nas nake. Gelê me yê li metropolan, bi taybetî jî ciwanên Kurd divê her derê bikin cihê berxwedanê û bikin ku metropol ji bo dewleta AKP'ê nebe cihê jiyanê. Hêza gelê Kurd ê li metropolan û biryardariya wan a di berxwedanê de, wê dersa dîrokî ya pêwîst bide hêzên çete yên AKP'ê."