Çagli: Apê min dema destnimêj digirt bi guleya topê birîndar bû
Dorpêçî û êrîşên li Cizîrê di roja 20. de dewam dikin. Derket holê ku Nûrettîn Çagli yê 64 salî li taxa Cûdî bi topa hêzên dewleta Tirk birîndar bûye.
Dorpêçî û êrîşên li Cizîrê di roja 20. de dewam dikin. Derket holê ku Nûrettîn Çagli yê 64 salî li taxa Cûdî bi topa hêzên dewleta Tirk birîndar bûye.
Dorpêçî û êrîşên li Cizîrê di roja 20. de dewam dikin. Derket holê ku Nûrettîn Çagli yê 64 salî li taxa Cûdî bi topa hêzên dewleta Tirk birîndar bûye. Biraziyê Nûrettîn Çagli Alî Çagli agahî da ANF'ê û anî ziman ku apê wî, duh danê nîvro dema xwe ji bo nimêjê amade dikir, ji ber parçeyên guleya topê ya li mala wî ket, ji lingê xwe yê çepê birîndar bûye. Çagli diyar kir ku apê wî rakirine Nexweşxaneya dewletê ya Midyadê û got, "Êdî bes e, bila bes komkujiyan bikin."
Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku dorpêçî û êrîşên dewletê dewam dike, bi rêya anonsan zext li gel tê kirin ku malên xwe biterikîne û yên naterikînin jî tên bombekirin. Şêniyê taxa Cûdî Nûrettîn Çagli yê mala xwe neterikand, derket holê ku roja 1'ê Çileyê ji ber topa li mala wî ketî birîndar bûye. Biraziyê wî Alî Çagli anî ziman, ku apê wî duh danê nîvro dema li destşoya li ber mala xwe destnimêj digirt, ji ber parçeyên şarapnelê yên guleya topê ji lingê xwe yê çepê birîndar bû. Çagli ragihand ku apê wî yê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê wê were emeliyatkirin û got, "Êdî bes e ji vê zilma li me dikin. Em aştî, wekheviyê dixwazin, lê ew bombeyan li ser me dibarînin."
'EM NIKARIN BIÇIN SER BANÊ XANIYÊ XWE Û ÊZINGAN WERBIGIRIN'
Bavê 7 zarokan Çagli da xuyakirin, ku ji ber ewlekariya jiyanê nemaye û mala wan bûye ku êdî nema dikare mirov lê rûnê, ji taxa Nûrê çûye taxa Dîcle cem xizmên xwe û rewşa xwe ya malbatî bi vî rengî vegot: "Ji bo mala xwe neterikînin me gelekî li ber xwe dan. Lê belê mala me ji ber fîşekan û guleyên topê bû ku mirov nema karibin lê bimînin. Ne av, ne elektrîk, ne erzaq ne jî tiştekî me nema."
Çagli anî ziman ku di roja 12. de wan mirin dane pêş çavên xwe û tevî hevjîn û zarokên xwe biryar dane ji taxa Nûrê ya veguheriye xirbe derkevin û got, "Me ala spî li darikan girê dan û em ji taxê derketin." Çagli ku zarokê wî yê herî biçûk 5 salî ye, da xuyakirin ku ji ber li mala xizmê wan a xwe lê girtine cih nîne wan ji neçarî 4 zarokên xwe şandine cem kalê wan. Çagli da zanîn ku hewa gelekî sar e, lê belê ji ber sekvanên dewleta Tirk ên li ser girên li derdora Cizîrê ew nikarin biçin êzingên li ser xanî jî bînin û got, "Eger em derkevin ser malê xanî, ew ê me bikujin. Lewma em betaniyan li xwe dipêçin û hewl didin îdare bikin. Lê ev rewş bi vî rengî nameşe."
'ÊŞA ME MEZIN E'
Çagli ragihand ku beriya dorpêçiyê wî karê firotina malzemeyên elektrîkê di navbera Cizîr-Stenbolê de dikir û ji ber ku nikare deynê xwe bide, jiyana wî ya kar serûbin bûye. Çagli got, "Êşa me gelekî mezin e, li pêş çavên me cîranên me, xizmên me jiyana xwe ji dest didin." Çagli got, "Em aştiyê dixwazin, aramiyê dixwazin. Em dixwazin dawî li van komkujiyên li gelê me tê kirin, bê anîn. Bila êdî ev rijandina xwînê bisekine û Xwedê vê zilma li me tê kirine, nehêle bê serê kesî."