Eren: Dadgeha Destûra Bingehîn bûye xizmetkarê şer!
Parêzer Serhat Eren nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn da, ku serlêdana ji bo rakirina "qedexeya derketina derve" red kir û anî ziman ku dadgeh bûye xizmetkarê şer.
Parêzer Serhat Eren nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn da, ku serlêdana ji bo rakirina "qedexeya derketina derve" red kir û anî ziman ku dadgeh bûye xizmetkarê şer.
Parêzer Eren got, "Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn polîtîk e. Bi vê biryara xwe re Dadgeha Destûra Bingehîn nîşan da ku bûye xizmetkarê konsepta şer." Eren bang li saziyên navneteweyî jî kir ku bi berprsiyariya xwer rabin.
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Serhat Eren, pêkanînên qirkirinê yên AKP'ê û biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ji ANF'ê re nirxand.
Parêzer Eren da xuyakirin ku qedexeyên derketina derve yên ji aliyê waliyan ve hatine ragihandin, li dijî destûra bingehîn û hiqûqa navneteeyî ye û got, "Weke ku tê zanîn biryarên li ser qedexeya derketina derve yên li Cizîr, Gimgim, Silopiya, Farqîn, Nisêbîn, Kerboran û Sûrê ji aliyê waliyan ve tê girtin. Bi vê biryara îdarî re maf û azadiyên bingehîn ên mirovan tên astengkirin û mafê jiyanê tê binpêkirin. Halbûkî di destûra bingehîn de bi awayekî vekirî ev yek tê gotin: 'Ji bo li cihekî derketina derve bê ragihandin, divê li wir rewşa awarte hatibe îlankirin'. Em bêjin rewşa awarte hat îlankirin. Di rewşeke bi vî rengî de jî yê ku derketina derve qedexe bike ne walî ye. Li gorî Destûra Bingehîn, biryara qedexeya derketina derve ji aliyê Desteya Wezîran ve tê girtin. Ev yek jî nîşan dide ku walî bi rengekî li dijî destûra bingehîn derketina derve îlan dikin."
Eren bal kişand ser mexdûriyeta mirovan a ji ber "qedexeya derketina derve" û got, "Mirov tên qetilkirin, birîndarkirin, nikarin xizmetê werbigirin, mafên wan ên milkiyetê tê binpêkirin û rastî îşkenceyê tên."
'BI HIQÛQÊ RE HEWL TÊ DAYÎN KU BINPÊKIRINA MAFAN REWA BÊ NÎŞANDAN'
Parêzer Eren biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser qedexên derketina derve ku bi hinceta 'bandoreke şexsî nekiriye' rakirina qedexeyê red kir, nirxand û destnîşan kir ku ev biryar 'bi îbret e'. Parêzer Eren got, "Zîhniyeteke biryara şer werbigire, neçare ku dadgeriyeke karibe sûcên şer binixumîne, ava bike. Dadgeha Destûra Bingehîn bi biryarên xwere ketiye pozîsyona saziyeke ku xizmetê ji vî şerî re dike. Saziya herî bilind a dadgeriyê ku divê mafên jiyan, stargeh, ewlekarî, nedîtina îşkenceyê, dîtina perwerdeyê û wergirtina xizmet ewle bike, bi biryarên xwe re, van binpêkirinên mafan rewa dike."
'BIRYAR POLÎTÎK E, DADGEH BÛYE XIZMETKARÊ ŞER'
Parêzer Eren da xuyakirin ku Dadgeha Destûra Bingehîn, di encama hevdîtinên xwe yên bi walîtî û emniyetê re biryar daye ku "bandoreke şexsî nehatiye kirin" û got, "Ev biryar bi temamî polîtîk e. Bi vê biryarê re Dadgeha Destûra Bingehîn nîşan da ye ku ew xizmetkarê konsepta şer e û di heman demê de îspat kiriye ku hemû serlêdanên di hiqûqa navneteweyî de, bêwate ne. Ji ber vê yekê divê hemû serlêdanên ji niha û pê ve werin kirin, yekser li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê were kirin."
'DEWLETA TIRK SÛCÊ ŞER DIKE, WÊ BÊ DARIZANDIN'
Parêzer Eren diyar kir ku dewleta Tirk bi mehan e, bi qedexeyên derketina derve re sûcê şer dike û destnîşan kir, ku ser ji sûcên şer nehatiye girtin. Eren got, "Wê rojekê li pêşberî mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî hesab jê were pirsîn."
'BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ: BI BERPIRSYARÎ RABIN'
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Serhat Eren bang li saziyên navneteweyî kir ku li gorî peymanên wan mora xwe danîne binî tevbigerin û got, "Ev demeke dirêj e weke rêxistinên civakî yên sivîl, Komeleya Mafên Mirovan û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê em raporan dinivîsînin û bangan dikin. Me raporên xwe ji saziyên navneteweyî re şandin. Tevî ku tê de xuya ye sûcên şer tê kirin, lê bêdengiyeke mezin heye. Saziyên navneteweyî di vî warî de hesasiyetê nîşa nadin. Bêdengî hevparebûna ji vî sûcê şer e. Lewma em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin ku bi peymanên wan jî mora xwe danîne binî dilsoz bin û li gorî van peymanan tevbigerin."