KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîsên Tirk li Cizîrê kesekî din qetil kirin
Li taxa Yafes a Cizîrê, ji ber êrîşa polîsên taybet ên Tirk, welatiyê bi navê Sezaî Bûrçîn (43) jiyana xwe ji dest da. Polîs û leşkerên Tirk her wiha êrîşî maleke li taxê ya ku 60 kes lê asê mane dikin. -
Ji bo gerîlaya YJA Starê Bûlût mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlaya YJA Starê Lutfiye Bûlût li Nisêbînê mewlûd hat dayîn. Di daxuyaniya piştî mewlûdê de êrîşên li hemberî merasîma cenaze hatin şermezarkirin. -
Polîsên Tirk li Sûrê jinek qetil kirin-HAT NÛKIRIN I
Li navçeya Sûrê, dema jinên Elewî loqme belav dikirin, polîsên Tirk roket avêtin malek li kolana Kuçuakar a li taxa Îskenderpaşayê. Jina bi navê Melek Alpaydin, ji ber ku roket li serê wê ket, jiyana xwe ji dest da. -
Berxwedana xwerêveberiyan li Swêdê hat silavkirin
Partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Swêdî û Kurdistanî, di rojên destpêkê yên sala 2016'an de çalakî lidar xistin û berxwedana xwerêveberiyên li Bakur silav kirin. Di çalkaiyan de lenet li dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê hat anîn. -
Dewleta Tirk di zilmê de sînoran nas nake
Li Silopiyayê, derket holê ku hêzên dewleta Tirk mirovên bi zorê ji malên wan derxistin û li salona sporê ya li taxa Yenîşehîrê bi cih kirin, rapora "Berpirsyarê hemû zerarên li min hatiye kirin rêxistina terorê ye" bi wan dan îmzekirin. -
Meşa Botanê wê ji Hezexê destpê bike
Meşa Botanê ku ji ber barîna zêde ya berfê hatibû taloqkirin, wê ji Hezexê destpê bike. -
Greva birçîbûnê di roja 2. de ye
Greva birçîbûnê ya malbatên Îsa Oran û Mesût Sevîktek ên li Sûrê ji aliyê çekdarên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, di roja 2. de dewam dike. -
Cizîr 21 roj in li dijî tank û topên dewletê li ber xwe dide
Gelê Cizîrê ev 21 roj in li dijî tank, top û zêdeyî 10 hezar leşkerên dewleta Tirk li ber xwe dide û rêveberiya xwe diparêze. -
Ji çeteya DAIŞ'ê re xizmeta taloqkirina leşkeriyê!
Li ser hevkariya AKP û DAIŞ'ê belgeyên nû derketin holê. Belgeyên ku hêzên YPG/YPJ'ê di operasyonên li hemberî DAIŞ'ê de bi dest xistin, asta navneteweyî ya vê hevkariyê radixe pêş çavan. -
Dewleta Tirk topan diavêje Sûrê
Hêzên dewleta Tirk, ji serê sibehê ve topan diavêjin Sûrê. -
Kartal: 2016 wê bibe sala bicih hatina xwerêveberiyan
Kartal diyar kir ku gelê Kurd di sala 2015'an de hem li Rojhilata Navîn hem jî li Kurdistanê mora xwe daniye binê gelek destketiyan û got, "Sala 2016 wê ji bo Kurdan bibe sala fînal û serketinê. Divê gelê me bi vê şiyarê re têbikoşe." -
Gundê Kiştear ji çeteyan hat paqijkirin
Di şerê duh bi şev ê navbera Ceyş El Siwar û çeteyan de, gundê Kiştearê, ber destê vê sibehê hat azadkirin. -
'Dewletê hem kurê min qetil kir, hem jî mala min xera kir'
Mala dayika Sînan Toprak ê di serhildanên 6-7'ê Cotmehê de li Kerboranê hat qetilkirin Kadriye Toprak, di êrîşên dewleta Tirk ên 19 rojên dorpêçiyê de zerareke mezin dît. -
Kerboranî: Axa me çavkaniya me ya jiyanê ye
Faîk Çîçek ê ku ji bo ji nû ve avakirina Kerboranê dest bi kar kir got, "Axa me çavkaniya me ya jiyanê ye. Çi dibe bila bibe, em ê li malên xwe bin." -
Orak: Em ê li ser şopa bavê min têkoşîna xwe bidomînin
Kurê bavê 8 zarokan Medenî Orak ê li Nisêbînê di 22'ê Kanûnê de ji aliyê tîmên taybet ê Tirk ve hat qetilkirin, Mîlad Orak got, "Em ê li ser şopa bavê min têkoşîna xwe bidomînin." -
Berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin
Li bajarên Elmanya Dortmûnd û Wûppertalê û li bajarê Fransa Creîlê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin û berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin. -
KCD-E: Faşîzma TC li Cizîr, Silopiya û Sûrê gefa qetlîama komî dixwe
Hevserokatiya KCD-E got, "Gelê Kurd ê bi rûmet, ku bi pêşengiya jin û ciwanên Kurdistanê li ber xwe dide, berxwedana qewirandina mêtîngeriya TC ji Kurdistanê mezin dike." -
Hevşaredara Şaxê Evîn Keve hat binçavkirin
Hevşaredara navçeya Wan Şaxê Evîn Keve saet di 01:00 de ji aliyê polîsên û tîmên taybet ên Tirk ve di serdegirtina mala wê de hat binçavkirin. -
Li Swîsreyê bertek li hember Erdogan bilind bûn û berxwedan hatin silavkirin
Li Zurîhê bi hezaran kes kom bûn, polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk protesto kirin û berxwedana gelê Kurdistanê silav kirin. -
Li Silopiyayê polîsên Tirk gule li malan reşand, kesekî li ser nimêjê qetil kir
Li Silopiyayê hêzên dewleta Tirk êrîşên xwe dijwar kir, hêzên Tirk Omer Mûsa yê nimêj dikir qetil kir. -
Tax di bin dorpêça wesayîtên zirxî de ne
Li Nisêbînê terora dewleta Tirk didome, li her kolanek a Taxa Abdûlkadîrpaşa wesayîtên zirxî ên Kobra bicih kirine. -
Li Silopiyayê taxên berxwedêr di bin bombardûmanê de ne
Li Silopiyayê hêzên dewleta Tirk nikarin berxwedana xwerêveberiyê bişkînin, êrîşên bi tank û wesayîtên zirxî ve dixwazin bajar hilweşînin. -
Parlamenterê Eyaletê yê Elmanya: Erdogan ji bo Tirkiye û gelên cîhanê xeter e
Parlamenterê Eyaleta yê Berlînê yê Dîe Lînke Hakan Taş got, Serokkomarê Tirk Erdogan ê ji bo modela serokatiyê Elmanyaya Nazî ji xwe re mînak nîşan dide ji bo Tirkiye û gelên cîhanê xeter e. -
Li Cizîrê êrîş dijwar bûn: Gel neçarî koçberiyê tê kirin
Li Cizîrê li hember taxên ku berxwedan lê didome êrîşên polîs û leşkerên Tirk ên bi çekên giran û tankan dijwar bûn. -
Meleyê got, 'Xendek mafekî îlahî ye' hate binçavkirin
Mele Eshed Ergul ê ku xendekên li Kurdistanê li dijî êrîş û qatlîaman hatine kolandin wekî "mafekî îlahî" nirxand hate binçavkirin.