Dewleta Tirk di zilmê de sînoran nas nake

Li Silopiyayê, derket holê ku hêzên dewleta Tirk mirovên bi zorê ji malên wan derxistin û li salona sporê ya li taxa Yenîşehîrê bi cih kirin, rapora "Berpirsyarê hemû zerarên li min hatiye kirin rêxistina terorê ye" bi wan dan îmzekirin.

Li Silopiyayê berxwedana xwerêveberiyê ya gel di roja 21. de ye. Ji ber êrîşên tank û topan, bi sedan mal di nava 2 rojên dawî de hilweşiyan. Hat ragihandin ku hêzên deleta Tirk li taxên Cûdî, Nûh û başakê, bi zora çekan mirov ji malan derxistine û mîna kampa komkujiyê li salona sporê ya li taxa Yenîşehîrê bi cih kirine. Li vê derê jî bi zora çekan zext li gel tê kirin ku bajêr biterikîne.

Hevberdevka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Naîr li ser mijarê agahî da û diyar kir ku bi hezaran kesên bi zora çekan ji taxên Cûdî, Nûh û Başakê hatine derxistin, di bin dorpêçiya maşînên zirxî de li salona sporê ya taxa Yenîşehîrê hatin civandin.

Naîr têkildarî rewşa li Silopiyayê banga çalakiyê ya lezgîn kir û da zanîn ku êrîş gihaştine radeya hovîtî û komkujiyê. Naîr bang li gel jî kir ku mal û taxên xwe neterikîne û berxwedanê mezin bike. Naîr bang li raya giştî ya Tirkiye, Ewropa û cîhanê kir, ku li hemberî van êrîşên hovane yên di asta komkujiyê de tên kirin, dengê xwe derxınin.

Li aliyê din, Taxa Barbaros a ku gelek zarok, extiyar û nexweşên ji bo ewlekariya jiyana xwe duh bi şev bi cih bûn, rastî êrîşan tê. Bi tank û topan êrîş li taxê tê kirin. Li gorî agahiyan, ji ber êrîşan gelek kes birîndar bûne.