Orak: Em ê li ser şopa bavê min têkoşîna xwe bidomînin
Kurê bavê 8 zarokan Medenî Orak ê li Nisêbînê di 22'ê Kanûnê de ji aliyê tîmên taybet ê Tirk ve hat qetilkirin, Mîlad Orak got, "Em ê li ser şopa bavê min têkoşîna xwe bidomînin."
Kurê bavê 8 zarokan Medenî Orak ê li Nisêbînê di 22'ê Kanûnê de ji aliyê tîmên taybet ê Tirk ve hat qetilkirin, Mîlad Orak got, "Em ê li ser şopa bavê min têkoşîna xwe bidomînin."
Kurê bavê 8 zarokan Medenî Orak ê li Nisêbînê di 22'ê Kanûnê de ji aliyê tîmên taybet ê Tirk ve hat qetilkirin, Mîlad Orak got, "Em ê li ser şopa bavê min têkoşîna xwe bidomînin."
Di 22'ê Kanûnê de li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, polîsên taybet ên Tirk gule berdan Medenî Orak ê 45 salî û ew bi giranî birîndar kirin. Polîsan her wiha nehiştina ambûlans biçe Orak rake, ji ber jêçûna xwîna zêde jiyana xwe ji dest da. Jiyana Orak emrekî bi têkoŞîn bû. Orak ê ku di salên 90'î de ji ber zilm û zordariya dewletê doz lê hatin vekirin û ji neçarî wextekê li Stenbolê bi dizî jiya, di sala 2000'î de li cih û warên xwe vegeriya û ji ber dozên lê hatin vekirin, hat giritn. 3 salan li girtîgehên Dêrik, Mîdyad û Cizîrê hat ragirtin. Piştî ku ji girtîgehê derket, têkoşîna xwe ji cihê mayî dewam kir.
Orak berxwedana mafdar a gelê Kurd da zarokên xwe jî. Keça Orak Mizgîn Gorak beriya salekê nota 'Ez diçim çiyayên azad' li dû xwe hişt û tevlî nava refên PKK'ê bû.
Orak ê ku temamiya jiyana wî bi têkoşînê derbas bû, li hemberî terora hikûmeta AKP'ê ya li Kurdistanê serî netewand. Orak ku berî ragihandin qedexeyên li Nisêbînê li Iraqê karek dît, piştî ku qedexe û êrîşan destpê kir, dest ji çûyîna Iraqê berda. Orak got, "Di rewşeke ku li vir êrîş heye de, ez vê derê naterikînim' di her kêliyê de li hemberî êrîşên li dijî taxa xwe li ber xwe da. Ji ber dijwarbûna êrîşan a di qedexeya şeşmîn de Orak zarokên xwe û hevjîna xwe şand ji taxeke din re. Lê ew li taxê ma û berxwedana xwe dewam kir.
DEMA CIWANÊ BIRÎNDAR RIZGAR KIR, BÛ HEDEFA GULEYAN
Di 22'ê Kanûnê de piştî ku polîsan li Kolana Dîlekê ciwanek birîndar kirin, dema hewl dida ciwanê birîndar rizgar bike, bû hedefa polîsên tevgera taybet ên Tirk. Polîsên ku Orak ji pişta wî birîndar kirin, nehiştin ambûlans û kesekî din xwe nêzî wî bikin. 4 saetan li naverastê ma. Orak û ciwanê ku wî hewl dida rizgar bike, ji ber xwîna zêde ji wan çûn, jiyana xwe ji dest dan.
Zekiye Orak da xuyakirin ku hevjînê wê mirovekî hem ji bo zarokên xwe, hem jî ji bo gelê xwe têdikoşiya bû û got, "Medenî bi doz û xaka xwe re dilsoz bû. Serbilind bû û bi rûmetdarî şehîd ket. Em pê serbilind in." Orak diyar kir ku roja ji aliyê tîmên taybet ve hat birîndarkirin, destûr ji wan re nehat dayîn ku ew biçin wî rizgar bikin û got, "Li înşaetan dixebitî û zarokên xwe xwedî dikir. Zerara nedabû çivîkekê. Ji bo Kurdistanê dilê wî dişewitî. Ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin. Çar saetan li naverastê ma. Nehiştin ambûlans xwe bigihînê. Digotin, 'Me terorîst kuştin, hûn nikarin biçin'. Bavê 8 zarokan bû, terorîstê çi." Orak anî ziman ku ya li wan tê kirin zilm e û got, "Ji Xwedê hêvî dikim; çawa ku Erdogan zarokên me sêwî hişt, zarokên wî, neviyên wî jî sêwî bimînin. Bila dilê wî jî bişewite."
'JI BO GELÊ XWE TÊKOŞIYA'
Kurê Orak ê 16 salî Mîlad Orak jî da xuyakirin ku bavê wî her tim xwe li pêşberî gelê xwe berpirsyar didît û got, "Di oxra têkoşîna xwe de şehîd ket. Beriya ev pêvajo destpê bike ji xwe re karek dîtibû û wê biçûya kar. Dema pêvajoyê destpê kir, dest jê berda. Digot, 'destê min ji vir nabe. Ez nikarim cihê lê ji dayik bûme, zarokên xwe li pey xwe bihêlim'. Xwest tevlî pêvajoya li vir bibe û têkoşiya. Ji bo gelê xwe têkoşiya."
Orak diyar kir ku ji ber bavê wî jiyana xwe ji dest daye, ew hem xemgîn e hem jî serbilind e û got, "Me ti carî li ber zilma dewletê serî netewand. Em soz didin bavê xwe ku her tim em ê li her derê li dijî zilm û zaliman derkevin. Ya ku dewlet dike zexta psîkolojîk e. Dixwaze gelê Kurd bixe bin kotnrola xwe. Dixwaze gelê Kurd tine bike. Bavê min li dijî vê li ber xwe da. Di vê rêyê de şehîd ket. Diê em jî weke gelê Kurd di vê rê de bimeşin. Em ê li ser şopa bavê min, têkoşîna xwe bidomînin."