Polîsên Tirk li Cizîrê kesekî din qetil kirin

Li taxa Yafes a Cizîrê, ji ber êrîşa polîsên taybet ên Tirk, welatiyê bi navê Sezaî Bûrçîn (43) jiyana xwe ji dest da. Polîs û leşkerên Tirk her wiha êrîşî maleke li taxê ya ku 60 kes lê asê mane dikin.

Li Cizîrê, hêzên dewleta Tirk ên dikin nakin nikarin gel ji taxan derxînin, mirovên sivîl qetil dikin. Li taxa Yafesê, ku êrîş lê giran e, Sezaî Bûrçîn (43) ê mala xwe neterikand, ji ber guleya polîsên taybet ên Tirk, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bûrçîn, ji ber êrîşên giran nikare ji naverastê bê rakirin.

Polîs û leşkerên Tirk her wiha êrîşî maleke li taxê ya ku 60 kes lê asê mane dikin. Li gorî agahiyan, ji maşînên zirxî gule li vê malê tên reşandin.