BI DÎMEN

Berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin

Li bajarên Elmanya Dortmûnd û Wûppertalê û li bajarê Fransa Creîlê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin û berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin.

Li bajarên Elmanya Dortmûnd û Wûppertalê û li bajarê Fransa Creîlê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin û berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin.

DORTMÛND

Li bajarê Elmanya Dortmûndê, ji bo xwedîderketina li berxwedanên xwerêveberiyê yên li Kurdistanê bi taybetî li Sûr û Cizîrê û ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek hat lidarxisitn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dortmûndê Medenî Ak axivî. Ak diyar kir ku çeteyên xwedî mejiyê DAIŞ'ê yên AKP û dîktatorê qesrê Erdogan, berpirsyarê komkujiyên li Kurdistanê ne.

Ak bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Heta ku tecrîda li ser Rêberê me were rakirin, wê çalakiyên me bidomin."

Di mîtîngê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "AKP berpirsyarê xwîna diriji ye", "Bijî berxwedana Sûrê", "Bijî berxwedana Cizîrê", "Lekerên TC ji Kurdistanê bicehime", "Erdogan kujerê zarokan e", "Bijî xweserî" hatin qîrÎn.

WÛPPERTAL

Li bajarê Elmanya Wûppetalê jî Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk meşek lidar xist û terora dewleta Tirk a li Kurdistanê şermezar kir.

Girseya gel a li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûppetralê, AGÎF, MLPD, ATÎK, BÎR-KAR û Meclîsa Jinê ya Viyan li hev kom bû, saet di 14:00 de li ber Rathaûs a Barmenê civiya. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên, "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan", "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan", "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê" heta qada mîtîngê meşiya.

Di meşê de polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk hatin protestokirin. Girseya gel li ber stasyona trenê ya Oberbarmenê mîtîngek lidar xist.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûppertalê Savi Azad li mîtîngê peyivî û got, "Bila dijminên me baş bizanin, ku planên wan wê ti carî bi ser nekevin. Ji ber ku em li ber xwe didin, em gel in, em PKK ne. Lewma em dibêjin, ku em ê ti carî teslîmî wan nebin. Me bi şeş kesan destpê kir, niha bi mîlyonan e. Em roj bi roj mezin dibin, roj bi roj ber bi azadiyê ve dimeşin. Ev pêşdeçûna me wê Kurdistanê azad bike."

Piştî axaftina nûnerê AGÎF'ê peyamên saziyên din hatin xwendin û banga beşdariya li mîtînga 9'ê Çileyê ya li Parîsê ya ji bo bîranîna sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, hat kirin.

CREÎL

Kurdistaniyên li bajarê Fransa Creîlê dijîn, ji bo şermezarkirina komkujiyan û silavkirina berxwedana xwerêveberiyan meş û mîtîngek lidar xistin.

Meşa ku bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan li ber Gara Creîlê destpê kir, li pêşiya Creîl Marche bi dawî bû. Di meşê de bi qîrîna dirûşmeyan re berxwedana li Amed, Sûr, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û Kerboranê hat silavkirin.

Di axaftina li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de hat ragihandin, ku Erdogan hesrerta xwe ya ji bo Elmanya Hîtler bi awayekî vekirî bilêv kiriye û hat destnîşankirin, ku Tirkiyeya di xeyala Erdogan de, welatekî faşîzan û dîktatoriya Hîtler e. Qiseker diyar kir ku divê gelên Tirkiyeyê vê rastiyê baş bibînin, fêm bikin ku xeterî li hemberî her kesî ye û beriya her tiştî divê gelê Tirk bi vê bihese. Çalakiya ku li ser mijarê belavok hatin belavkirin, piştî axaftinan bi dawî bû.

...