Kerboranî: Axa me çavkaniya me ya jiyanê ye
Faîk Çîçek ê ku ji bo ji nû ve avakirina Kerboranê dest bi kar kir got, "Axa me çavkaniya me ya jiyanê ye. Çi dibe bila bibe, em ê li malên xwe bin."
Faîk Çîçek ê ku ji bo ji nû ve avakirina Kerboranê dest bi kar kir got, "Axa me çavkaniya me ya jiyanê ye. Çi dibe bila bibe, em ê li malên xwe bin."
Faîk Çîçek ê ku ji bo ji nû ve avakirina Kerboranê dest bi kar kir got, "Axa me çavkaniya me ya jiyanê ye. Çi dibe bila bibe, em ê li malên xwe bin." Selahattîn Acar jî got, "Derî û şibakeyên me hatin şikandin. Li şûna wan ên nû hatin bicihkirin. Eger rûmeta gel di destê hêzên dewletê de bibûya esîr, tiştek bi derî û şibakeyên me nehatibû jî bêwate bû."
Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, berxwedana gel a destanî ya li dijî tank û topên dewleta Tirk, di roja 19. de dorpêçî şikand. Hêzên dewleta Tirk ên ku tank, top û her şêwe çekên giran bi kar anîn, ji bo mirovan ji cih û warên wan derxînin tevî dorpêçî û ambargoya xwarinê, her tişt bi kar anîn. Gelê Kerboranê yê bi berxwedaneke destanî re xwedî li vîna xwe derket, ji bo xisara dewletê li navçeyê kiriye ji holê rakin, zend û bend ba dan.
Ji ber êrîşan, tevî xerabûna binesazî, şebekeyên av û elektrîkê yên navçeyê, bi dehan malan zerar dîtin. Gelê Kerboranê hewl dide bi derfetên xwe re vê xisarê ji holê rake. Yek ji şêniyên Taxa Safa Faîk Çîçek da xuyakirin ku şert û merc çi dibin bila bibin, ew ê li ser xaka xwe bijîn. Çîçek destnîşan kir, ku ne gel, wê dewlet bi tank û topên xwe re vê xakê biterikîne û anî ziman, ku ew ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin. Çîçek got, "Mirovên me qetil kirin. Gule li her tiştên diliviyan reşandin. Ji ber dorpêçî û êrîşa 19 rojan, bi dehan heywanên me telef bûn. Di dema êrîşan de derî û şibakeyên xaniyên me hatin şikandin. Ev meheke elektrîka me nîne. Bi derfetên xwe re em derî û paceyan tamîr dikin. Elektrîk nebe jî sobeya me heye. Ji bo çêkirina xwarinê û ji bo xwegermkirinê, em sobeyê pê dixin. Em ê li mala xwe bijîn. Lê belê em ê van êrîşan ti carî ji bîr nekin."
'HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA ME, WÊ BÊHNA AZADIYÊ JI VÊ XAKÊ BÊ'
Selahattîn Acar jî bal kişand ser zilma dewletê û anî ziman ku yek ji armancên bingehîn ên qirkirina 19 rojan, koçberkirin bû. Acar diyar kir ku şev û roj êrîşeke giran li wan dihat kirin û got, "Bêguman li hemberî vê êrîşa giran, gel jî li kolanan berxwedana xweparastinê pêk anî. Gelê Kurd li hemberî komkujî û zilmê serî natewîne. Derî, dîwar û şibakeyên malên me xera bûn. Em ê van çareser bikin. Eger rûmeta gel di destê hêzên dewletê de bibûya esîr, tiştek bi derî û şibakeyên me nehatibû jî bêwate bû. Ey Erdogan; tu malan jî xera bike, derî û şibakeyan jî bişikîne, em ê bi biryardarî li mala xwe bijîn. Di binê vê dorpêçiyê de hûn ê bimînin. Em ê xisara xwe bi derfetên xwe re tedarik bikin. Heta dilopa dawî ya xwîna me, wê bêhna azadiyê ji vê xakê were."