Meşa Botanê wê ji Hezexê destpê bike
Meşa Botanê ku ji ber barîna zêde ya berfê hatibû taloqkirin, wê ji Hezexê destpê bike.
Meşa Botanê ku ji ber barîna zêde ya berfê hatibû taloqkirin, wê ji Hezexê destpê bike.
Girseya gel, ku di nav de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel, Hevserokên DBP'ê Emîne Ayna û Kamûran Yuksek, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, parlamenterên HDP'yî û Hevşaredarên DBP'yî jî hene, ji bo şikandina dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî bajarên Botanê, ji nû ve ket ser rêya Botanê. Koma ku beriya sê rojan ji ber berfa dijwar li Sêrtê asê ma, li navçeya Şirnex Hezexê li hev dicive. Girseya wê ji vê derê ber bi Silopiya û Cizîrê ve bimeşe.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji Wanê, hevserokên din jî ji Amedê ketin ser rêya Hezexê.