Parlamenterê Eyaletê yê Elmanya: Erdogan ji bo Tirkiye û gelên cîhanê xeter e
Parlamenterê Eyaleta yê Berlînê yê Dîe Lînke Hakan Taş got, Serokkomarê Tirk Erdogan ê ji bo modela serokatiyê Elmanyaya Nazî ji xwe re mînak nîşan dide ji bo Tirkiye û gelên cîhanê xeter e.
ANF
BERLİN
şemî, 2 rêbendanê 2016, 18:24
Parlamenterê Eyaleta yê Berlînê yê Dîe Lînke Hakan Taş got, Serokkomarê Tirk Erdogan ê ji bo modela serokatiyê Elmanyaya Nazî ji xwe re mînak nîşan dide ji bo Tirkiye û gelên cîhanê xeter e.
Li dijî “operasyonên qetlîamê” yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bertek her diçe mezintir dibin. Yek ji navnîşana bertekan îro kolanên Berlînê bû. Girseya qerebalix a di pêşengiya NAV-DEM a Berlînê û Meclîsa Jinan a Destan a Berlînê li Wîttenbergplatzê hatin cem hev pankartên “Em Xweseriya Demokratîk Silav Dikin!” û “IS=AKP” vekirin, bi dirûşmeyan heta Adaneûr Platzê meşiya. Piştî meşê Parlamenterê Eyaleta yê Berlînê yê Dîe Lînke Hakan Taş axavî, di serî de Elmanya ji ber bêdengbûna li hemberî qetlîamên li ser Kurdistanê tên meşandin tevahî welatên Yekîtiya Ewropa rexne kir. Bal kişand ser mînaka Elmanyaya Hîtler a modela seroktiyê ya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji bo xwe dixwaze, got ev daxwaza Erdogan ji bo gelê Tirkiyeyê û gelên cîhanê xeteriyê ava dike.
Di axaftinên piştre hatin kirin de jî qetlîamên li ser Kurdistanê yên dewleta Tirk dimeşîne hatin şermezarkirin, peyamên piştgiriya gelê Kurd ê berxwedêr hat dayin.
HDK Berlîn, Partîzan, ATIK, MLKP, Dîe Lînke, MLDP, ANTÎFA, Înternationel Solîdarîtat jî di nav de gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka demokratîk tevlî meşê bûn û piştgirî dan çalakiyê.