Li Cizîrê êrîş dijwar bûn: Gel neçarî koçberiyê tê kirin

Li Cizîrê li hember taxên ku berxwedan lê didome êrîşên polîs û leşkerên Tirk ên bi çekên giran û tankan dijwar bûn.

Li Cizîrê li hember taxên ku berxwedan lê didome êrîşên polîs û leşkerên Tirk ên bi çekên giran û tankan dijwar bûn. Li taxên Nûr û Cûdiyê polîsan bi tankan û wesayîtên zirxî dorpçkirine, piştî guleyên ronahiyê avêtin, êrîşên bi topan û bê serûber gule hatin reşandin. Malên dikevin aliyê Dîcleyê ya Taxa Nûrê leşker bi zorê dikevin malan û gel neçarî koçberiyê dikin.

Li Cizîrê ya berxwedana xwerêveberiya gel a li hember terora dewletê di roja 20. de didome, êrîşên leşkerên Tirk ên li ser berxwedana taxên Nûr, Cûdî û Yafes di saetên şevê de hê dijwartir bûn. Taxên bi tankan û wesayîtên zirxî hatine dorpêçkirin, bê navber bi gulebarandin û bi topan hat bombardûmankirin. Hat diyarkirin ku piştî hêzên dewletê guleyên ronahiyê avêtin, êrîşên li ser taxan hê dijwartir bûn. Li pişt bendan jî Hêzên Parastina Sivîl (YPS) xweparastinê dikirin û bersivê didin êrîşan. Li ser bersivdayinê, êrîşên leşkeran bi dijwarî didome.

Malên dikevin qiraxa çemê Dicle ya Taxa Nûrê leşkerên Tirk bi zorê dikevin malan û gel neçarî koçberiyê dikin û malan weke bargeh bikar tînin. Leşker, gelê ku derdikevin kolanan neçarî koçberiyê dike. Agahiyên ji herêmê tên, diyar dikin ku li van herêman hinek welatî jî hatine girtin. Li hember rêya Kûrami ya taxê êrîşên tanka û gulebaran dijwar dibin. 
Ji Girê Cehferî Sadik a li ser taxa Cûdiyê bi saetan e topbaran berdewam dikin. Di heman demê de jî ji wesayîtên zirxî jî tax bi awayek bê navber tê gulebarandin. Li hember van êrîşan jî Hêzên YPS’ê jî bersivê didin. Hat ragihadin ku şerên dijwar li taxê didome.

Leşker û polîsên Tirk ên ku ketine beşek Taxa Yafesê jî gel bi zorê ji malan derdixin û neçarî koçberiyê dikin.