Ji bo gerîlaya YJA Starê Bûlût mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlaya YJA Starê Lutfiye Bûlût li Nisêbînê mewlûd hat dayîn. Di daxuyaniya piştî mewlûdê de êrîşên li hemberî merasîma cenaze hatin şermezarkirin.

Ji bo gerîlaya YJA Starê Lutfiye Bûlût (Jînda Mêrdîn) a li navçeya Mêrdîn Qoserê di şerê 22'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da, li Mala Serxweşiyê ya li Taxa Devrîm a Nisêbînê mewlûd hat dayî9n.

Tevî Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, endamên MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên KJA, Komeleya Oldarên Mêrdînê û HDP-DBP'ê bi sedn kes di mewlûdê de amade bûn. Mewlûd bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Piştî ku dûa hatin xwendin, daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn û êrîşa li hemberî merasîma cenazeyê Bûlût hat şermezarkirin. Rêveberê Kongreya Îslama Demokratîk Fahrî Dogan li vir peyivî û got, "Li hemberî cenazeyên me jî dest bi îşkenceyê kirin. Cihê vê di ol de nîne. Di vê mijarê de hedîsên taybet ên Pêxemberê me hene."

Dogan diyar kir ku êrîşa li hemberî cenaze di heman demê de êrîşa li hemberî ola Îslamê ye û got, "Têkiliya kesê jiyana xwe ji dest daye bi vê cîhanê re nemaye. Zilma li bedena bê ruhi tê wateya hovîtiyê. Cihê van zaliman di nava ol de nîne."

Ji Dayikên Aştiyê Fahriye Akyuz jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Gelo Erdogan û çeteyên wî ji Xwedê natirsin? Erdogan ji ber zilma li welatên din tên kirin rondikan dibarîne, lê li welatê wî îşkence li cenazeyan jî tê kirin. Li cenazeyên li ser milê jinan û li jinan îşkence kirin. Ev zilm wê heta kengî dewam bike? Ev ax axa me ye, bila Erdogan tevî çeteyên xwe ji nava axa me derkeve." Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.