'Dewletê hem kurê min qetil kir, hem jî mala min xera kir'

Mala dayika Sînan Toprak ê di serhildanên 6-7'ê Cotmehê de li Kerboranê hat qetilkirin Kadriye Toprak, di êrîşên dewleta Tirk ên 19 rojên dorpêçiyê de zerareke mezin dît.

Mala dayika Sînan Toprak ê di serhildanên 6-7'ê Cotmehê de li Kerboranê hat qetilkirin Kadriye Toprak, di êrîşên dewleta Tirk ên 19 rojên dorpêçiyê de zerareke mezin dît. Kadriye Toprak got, "Di bûyerên 6-7'ê Cotmehê de kurê min Sînan Toprak qetil kirin. Niha jî mala min şewitandin.

Toprak anî ziman ku di serhildanên 6-7'ê Cotmehê de, bi dîmenên hatine kişandin re dewlet dizane kurê wê Sînan Toprak ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin, lê dewlet dîmenan vedişêre. Toprak got, "Hûn halê mala min dibînin. Derdê min ne mal e, ez dixwazim kujerên kurê min were dîtin."

Toprak anî ziman ku kurê wê jî mîna hemû Kurdan li pêşberî qewimînên li Kobanê bêdeng nemaye û got, "Kurê min, bûyerên li Kobanê şermezar dikir. Di destê wî de çek, molotofkokteyl tinebû. Em ê ji bo azadiya xwe heta dawiyê li ber xwe bidin. Bila serê gelê Kurdistanê sax be. Kurê min jî mîna şehîdên din ên Kurdistanê ne. Ji wan ne hêjatir e."

Toprak ji dewletê xwest, ku kujerên kurê wê aşkere bike û got, "Eger dewlet ne hevkarê kujeran be, bila kujeran aşkere bike. Eger dewletê nekuştibe, çima kujeran dernaxîne?"

Toprak diyar kir ku duh kurê wê hat qetilkirin, îro jî mala wê zerar dîtiye û got, "Piştî ku kurê min qetil kirin, gule li mala min reşandin. Lê belê ew çi dikin bila bikin, ez ê ji têkoşînê venegerim." Toprak raghand ku bi zanebûn gule li mala wan hatine reşandin û got, "Kes li malê nebû. We Sînan qetil kirin û gule li mala min reşandin. Gelo ev edalet e? Ev Misilmantî ye? Hêzên dewletê bi zanebûn gule li mala me reşandin."