Li Silopiyayê taxên berxwedêr di bin bombardûmanê de ne

Li Silopiyayê hêzên dewleta Tirk nikarin berxwedana xwerêveberiyê bişkînin, êrîşên bi tank û wesayîtên zirxî ve dixwazin bajar hilweşînin.

Li Silopiyayê hêzên dewleta Tirk nikarin berxwedana xwerêveberiyê bişkînin, êrîşên bi tank û wesayîtên zirxî ve dixwazin bajar hilweşînin. Bi hezaran kesên li taxên Barbaros, Başak û Zapê dijîn di bin êrîşên dijwar ên hêzên dewleta Tirk de ne.
Li Silopiyayê terora dewleta Tirk di roja 20. de didome, hêzên dewletê nikarin berxwedana xwerêveberiya gel bişkînin, tax dorpêç kirine, bi tankan û wesayîtên zirxî bombardûman dikin.

Bi êrîşên dijwar ên tankan û topan, hêzên dewleta Tirk dixwaze taxan tevahî hilweşîne, welatiyên taxan jî zarok û kalan vediguhêzin taxa Barbarosê û hêzên xweparastinê jî bersiva êrîşan dide. Hat ragihandin ku wesayîtên zirxî û tankan Taxa Barbaros dorpêç kirine û taxê bê navber didin ber guleyan. Taxa Zapê jî ji çar aliyan ve di bin êrîşên giran de ye. Êrîşên leşkeran a li hember taxên ku bi hezaran welatî lê dijî, gel li hember êrîşan zarok û kalan dixwaze veguheze cihên bi ewle, lê ji ber sedema êrîşên dijwar nikarin veguhezin. Gel li hember êrîşên dijwar ên ku bi hewldanên gel neçarî koçberiyê bikin pêk tên, li bodrûmên malan bicihbûne û xwe diparêzin.

Êrîşên dijwar ên li hember taxên berxwedêr didomin.