Kartal: 2016 wê bibe sala bicih hatina xwerêveberiyan

Kartal diyar kir ku gelê Kurd di sala 2015'an de hem li Rojhilata Navîn hem jî li Kurdistanê mora xwe daniye binê gelek destketiyan û got, "Sala 2016 wê ji bo Kurdan bibe sala fînal û serketinê. Divê gelê me bi vê şiyarê re têbikoşe."

Hevseroka KONGRA GEL Remzî Kartal diyar kir ku gelê Kurd di sala 2015'an de hem li Rojhilata Navîn hem jî li Kurdistanê mora xwe daniye binê gelek destketiyan û got, "Sala 2016 wê ji bo Kurdan bibe sala fînal û serketinê. Divê gelê me bi vê şiyarê re têbikoşe."

Kartal destketiyên Kurdan ên sala 2015'an û qewimînên gengaz ên sala 2016'an ji ANF'ê re nirxand.

LI BAKUR Û ROJAVA DESTKETIYÊN MEZIN

Kartal da xuyakirin ku sala 2015'an ji bo gelê Kurdistanê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû saleke tijî destketî û got, "Bi taybetî pêvajoya Îmraliyê ya ji sala 2013'an û pê ve ji aliyê Rêber Apo ve hat destpêkirin û di Sibata 2015'an de amadekirina Mutabaqata Dolmabahçeyê, di nava raya giştî ya Kurdistan û cîhanê de pêşketineke girîng bû. Di vê demê de ji aliyê raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê ve bi awayekî zelal hat dîtin ku aliyê di çareseriya pirsgirêka Kurd de israr dike alê Kurd e û yê xera dike jî Recep T. Erdogan, AKP û dewlet e. Wekî din serketina hilbijartinên 7'ê Hezîranê weke encamek vê pêvajoyê derket holê. Tevî vê yekê, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê cara yekê bi awayekî bi bandor bi komên din ên Tirkiyeyî yên li derveyî Kurdistanê re civiya. Û vê yekê jî encamên 7'ê Hezîranê derxist holê. Li aliyê din sala 2015'an ji bo Rojava saleke gelekî girîng bû. Rizgariya Girê Spî ji destê DAIŞ'ê û xwegihandina hev a Kantonên Cizîr û Kobanê, pêşketineke girîng bû. Di vê pêvajoyê de polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Rojava bêbandor ma. Vê yekê ji bo Şoreşa Rojava û demokratîkbûyîna Sûriyeyê, girîngiya rola Kurdan derxist holê. Hem bi destketiyên li Bakur hem jî bi yên li Rjava re, li Şengalê serketineke girîng hat bidestxistin. Piştî salekê Şengal ji aliyê YBŞ û HPG'ê ve hat azadkirin."

JI BO ÇARESERIYÊ, GELÊ KURD LI BENDA DEWLETÊ NÎNE

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal da xuyakirin, ku tevî hemû êrîşên AKP û dewleta Tirk jî Kurd li Bakur, Rojava û tevahiya herêmê bilind dibin û destnîşan kir, ku belavbûna têkoşîna 40 salan bi daxwaza xwerêveberiyê li nava bajaran, asteke gelekî girîng e.

Kartal got, "Gelê Kurd bi daxwaza xwerêveberiyê re, di çarçoveya qanûn û destûra bingehîn de çareseriya ji bo jiyana bi hev re ya bi gelê Tirkiyeyê re ferz dike. Lê belê, eger Tirkiye van polîtîkayên xwe yên heyî bidomîne, wê gelê Kurd bêyî li bendê bimîne, yekser çareseriya xwe bixe dewrê. Ev yek jî tê wateya avakirina rêveberî û sîstema xweparastinê, bersivdayîna li pêwîstiyên civakê ye. Lewma di qonaxa heyî de ya wê çareseriyek bi hev re derket holê, yan jî wê gelê Kurdistanê çareseriya xwe ferz bike. Niha her du jî paralelî hev dimeşe. Li benda dewletê nîne. Çareseriya xwe bi vîna xwe nîşan daye."

BERXWEDAN WÊ LI HER DERÊ BELAV BIBE

Kartal da zanîn, ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk wê berxwedana gel mezin bibe û li her cihî belav bibe. Kartal got, "Hem li Kurdistanê, hem jî li Tirkiyeyê. Ev têkoşîn wê bi alîgirên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, alîgirên aştî û azadiyê re bê meşandin. Binêrin, bi xwerêveberiyê re DYA ev bang li Tirkiyeyê kir: 'Bi PKK'ê re li dora maseyê rûnên'. Wekî din ji hêzên ku heta niha gelekî bi AKP'ê ve girêdayî bûn, dengê cuda derket. Mînak parlamenta Hollandayê biryar da ku heta şîdeta li hemberî Kurdan bê sekinandin, di çarçoveya ti fonî de alîkarî ji Tirkiye re neyê dayîn."

Hevserokê KONGRA Gel Remzî Kartal diyar kir ku têkoşîna li bajaran ne têkoşîna gerîlayan e û got, "Dewlet dixwaze bi tank û topên xwe re li bajarekî bi awayekî topyekûn gel tine bike. Bêguman raya giştî ya cîhanê vê rewşê bi zelalî dibîne. Nepêkane ku ti kes li pêşberî vê bêdeng be. Bi zêdebûna zextê re bêguman hem wê berxwedan mezin bibe, hem jî nerazîbûna li qada navneteweyî zêde bibe. Lewma pêvajoya heyî ya nû girîng e. Ji gelek aliyan ve wê deng vede. Ya ku ev deng afirandiye daxwaza xwerêveberiyê ye."

ALIYÊ KURD WÊ LI BENDA ALIYÊ LI HEMBERÎ XWE NEMÎNE'

Kartal der barê pêvajoya ji niha û pê ve de ragihand, ku eger hevdîtin werin kirin divê li raya giştî vekirî bê kirin. Kartal got, "Ya herî girîng jî divê parlament tevlî pêvajoyê wee kirin. Her tişt li parlamentê bi şêweyê qanûnî û destûra bingehînî bê kirin. Bi vê konseptê re pêvajo dikare ji nû ve destpê bike. Êdî tiştek mîna pêvajoyên berê nabe. Niyeta dewleta Tirk çi dibe bila bibe, ew ji bo me negirîng e. Aliyê Kurd wê êdî bi ti awayî li benda aliyê din nesekine. Ya em ê bi hev re çareseriyekê peyda bikin, yan jî em ê çareseriya xwe bixin dewrê. Bingeh îro ji vê re heye. Destekeke mezin a gelê me yê li Bakur, Rojhilat, Rojava, Başûr û derveyî welat heye. Daxwaza xwerêveberiyê rastî eleqeyeke mezin tê. Ev yek jî nîşan dide ku ji ber têkoşîna me ya di sala 2015'an de têkoşîneke mezin nîşan da û rê li ber serketinan vekir, wê di sala 2016'an bibe sala fîlan û destketiyan."

Kartal di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê têkoşîna xwerêveberiyê li hemû bajar û bajarokan xwerêveberî were ragihandin û got, "Ji ber ku divê gelê me sala 2016'an de weke sala azadiyê bibîne. Ev têkoşîn wê ji gerîla jî destekek xurt werbigire. Di serî de Kurdên li Ewropayê dijîn, gelê me yê li her derê dijî, divê bibe dengê xwerêveberiyan."