Li Swîsreyê bertek li hember Erdogan bilind bûn û berxwedan hatin silavkirin
Li Zurîhê bi hezaran kes kom bûn, polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk protesto kirin û berxwedana gelê Kurdistanê silav kirin.

Li bajarê Zurîhê Swîsreyê meşeke navendî ya di pêşengtiya Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (DEM-KURD) hat lidarxistin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hat protestokirin û berxwedana gel a li Kurdistanê bilinddibe hat silavkirin.
Girseya li Helvetiaplatzy a Zurîhê li pişt pankarta “Dewleta Tirk ji Kurdistanê derkeve” kom bûn û di rêya bajar meşek li dar xist. Tevgera Jinên Kurd ê Siwîsre û Tevgerên Sosyalîst ên Çep ên Tirkiyeyî jî piştgiriya meşê kir û dowîzên şermezarkirinê yên bi mijara polîtîkayên Erdogan û AKP’ê hilgirtin. Di meşê de dirûşmên “T.C ya Qatil Ji Kurdistanê Derkeve” û “ Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” hatin qîrkirin.
Piştî meşê girse vegeriya Helvetiaplatzy, li vir mîtingekek hat lidarxistin. Axaftinên di mîtîngê de bal kişandin ser êrîş û qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, berxwedana gel a li Kurdistanê bilinddibe hat silavkirin.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku Kurdistaniyên li Ewropa dijîn divê li hember van êrîşan bêdeng nemînin, di vê pêvajoyê de her kes bi berpirsiyarî xwedî li xwerêveberiyan derkeve. Piştî axaftinên, çalakî bi dirûşman bi dawî bû.