Ji çeteya DAIŞ'ê re xizmeta taloqkirina leşkeriyê!
Li ser hevkariya AKP û DAIŞ'ê belgeyên nû derketin holê. Belgeyên ku hêzên YPG/YPJ'ê di operasyonên li hemberî DAIŞ'ê de bi dest xistin, asta navneteweyî ya vê hevkariyê radixe pêş çavan.
Li ser hevkariya AKP û DAIŞ'ê belgeyên nû derketin holê. Belgeyên ku hêzên YPG/YPJ'ê di operasyonên li hemberî DAIŞ'ê de bi dest xistin, asta navneteweyî ya vê hevkariyê radixe pêş çavan.
Li ser hevkariya AKP û DAIŞ'ê belgeyên nû derketin holê. Belgeyên ku hêzên YPG/YPJ'ê di operasyonên li hemberî DAIŞ'ê de bi dest xistin, asta navneteweyî ya vê hevkariyê radixe pêş çavan.
Belgeyên "taloqkirina leşkeriyê" yên welatiyekî Tirk ê bi navê Mehmet Mûrat Tekîn, ku weke li DYA dimîne û dixebite tê nîşandan, li Rojavayê Kurdistanê li ser çeteyekî DAIŞ'ê hat dîtin.
JI ATEŞEYA LOS ANGELESÊ BELGEYA TALOQKIRINA LEŞKERIYÊ
Di operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya li Çiyayê Kezwan û Girê Spî de, belgeya li ser navê Mehmet Mûrat Tekîn a bi dest hat xisitn, balê dikişîne. Nayê zanîn bê Tekîn kî ye, lê belê di belgeyê de tê nîşandan ku li DYA dimîne. Ji xwe di belgeyê de tê destnîşankirin ku ji aliyê Serkonsolosiya Los Angelesê ve leşkeriya Mehmet Mûrat Tekîn hatiye taloqkirin. Belge li ser navê Serkonsolosiya Lon Angelesê ve ji aliyê Ataşeya bi navê A. Semra Geyî ve hatiye îmzekirin. Belgeya b hejmara 433/2010 a taloqkirina leşkeriya Mehmet Mûrat Tekîn, bi gotina 'Ji Serokatiya Şaxê Leşkeriyê ya Ûşak Karahalli'yê re' destpê dike. Di belgeya ku agahiyên nasnameyê yên Mehmet Mûrat Tekîn, navnîşana wî ya li DYA û nûmaraya telefona wî jî nivîsandiye de tê gotin, "Li gorî benda 35/G a qanûna leşkeriyê ya bi hejmara 1111 hatiye tespîtkirin ku şert û mercên taloqkirina leşkeriya welatiyê me yê xwedî nasname û navnîşana li jêrê hatiye nivîsandin, guncaw e. Ti rica kirin ku leşkeriya kesê navê wî hatiye nivîsandin, heta 31.10.2016'an de bê taloqkirin." Ev belgeya ku li ser navê Serkonsolosiyê îmzeya Ataşe A. Semra Geyîk li binî ye, di 23.09.2010'an de hatiye amadekirin.
Di 13'ê Kanûna 2010'an de Wezareta Parastina Milî ya T.C. bi belgeyek ji îmzeya Serçawiş Hasan Yagiz ê wekîlê Serokê Şaxê Leşkeriyê yê Karahalliyê ye, bersiv ji belgeya bi îmzeya ataşeya Serkonsolosiyê re tê dayîn. Di vê belgeyê de jî tê gotin, "Li gorî benda 35/G a qanûna leşkeriyê ya bi hejmara 1.1111 , serlêdana we hatiye qebûlkirin û karê we yê leşkeriyê heta 31'ê Kanûna 2016'an de hatiye taloqkirin."
RAYEDARÊN TIRK Û DYA'YÎ ÇI DIBÊJIN_
Ev belgeyên Mehmet Mûrat Tekîn, li ser çeteyên DAIŞ'ê yên hatin kuştin hat dîtin. Tekîn ê ku weke li Amerîka dixebite tê dîtin, nayê zanîn ku piştî taloqkirina leşkerî derbasî Sûriyeyê bûye yan na. Bidestxistina belgeyên vî şexsî li Rojava/Sûriyeyê, rewşeke tesadufî nîne. Di vê rewşê de karê rayedarên Tirk û DYA'yî ne ku li ser aqûbeta Tekîn daxuyaniyê bidin.