Cizîr 21 roj in li dijî tank û topên dewletê li ber xwe dide
Gelê Cizîrê ev 21 roj in li dijî tank, top û zêdeyî 10 hezar leşkerên dewleta Tirk li ber xwe dide û rêveberiya xwe diparêze.
Gelê Cizîrê ev 21 roj in li dijî tank, top û zêdeyî 10 hezar leşkerên dewleta Tirk li ber xwe dide û rêveberiya xwe diparêze.
Berxwedana Cizîra Botan a li hemberî terora dewleta Tirk, di roja 21. de ye. Dewleta Tirk bi tank, top û zêdeyî 10 hezar leşkerên xwe, ev 3 hefte ne êrîş dike, lê nikare berxwedan û vîna gel bişikîne. Li navçeya ku di asta komkujiyê de dewlet êrîşan dike, tevî pitika 7 mehî ya di zikê dayika xwe de û Mîray a 3 mehî, 29 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.
Hêzên dewleta Tirk gava ketin nava navçeyê, maşînên zirxî û tankên xwe li cihên bilind ên li hemberî taxên Cûdî, Nûr, Sûr û Yafesê bi cih kirin. Li ser girê Aşk ê li pêşberî taxa Nûrê, li ser girê Cahferî yê li ser rêya Cizîr-Hezexê ye, ku li pêşberî taxên Cûdî û Sûrê ye, tank, maşînên zirxî yên bi tîpa kobra û kepçeyên zirxî hatin bicihirin. Mal û dibistanên li Girê Cahferî Sadik hatin valakirin û leşkerên Tirk lê bi cih bûn. Ji vê derê gule li qadên xwerêveberiyê hatin reşandin. Piştî ku bersiv ji wan re hat dayîn û êrîş hat şikandin hêzên dewletê dest bi hilweşandina abajêr û êrîşên ji bo koçberkirina gel kirin. Li taxên ku tank lê daketin kolanan, car carna bênavber top hatin barandin. Ji ber topbaranê bi sedan malan xisar dîtin, malên bi hezaran mirovan bûn ku nema karibin lê bimînin. Di dema êrîşê de hêzên dewleta Tirk şebekeyên av û elektrîkê hedef girtin. Hedefa destpêkê ya maşînên zirxî depoyên avê û trafoyên elektrîkê bû. Anonsên 'navçeyê biterikînin' ên ji maşînên zirxî di dema êrîşê de hatin kirin, îspata polîtîkaya dewletê ya xalîkirina herêmê ji mirovan e.
Tevî van hemû êrîşên dijwar û giran, gelê Cizîrê li pişt xendek û bendan hem qadên xwe yên azad parast, hem jî jiyana xwe ya rojane birêxistin kir. Li hemberî dengên tank û topan ji taxên Cizîrê dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê" bilind bû. Berxwedan bi ruhekî mezin ê piştgirî û alîkariyê meşiya. Li her kolanê pêwîstiyên şêniyan li malekê hatin tedarikirin. Ji bo bi madeyên xwarinê yên heyî re jiyana xwe ya rojane îdare bikin, li her kolanê 4 an jî 5 malbat li malekê li hev civiyan û hem ji xwe re hem jî ji berxwedêrên li pişt bend û xendekan xwarin çêkirin. Li taxan jiyana komun serdest e. Parastin jî bi pêşengiya jin û xortên ciwan tê kirin. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ên hatin ragihandin, ev sê hefte ne Cizîrê ji êrîşên hêzên dewletê diparêzin. Navê mirovên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û ji aliyê rayedarên hikûmetê û medya şer ve weke 'terorîst' hatin îlankirin bi vî rengî ye:
TAXA CÛDÎ
1- Hediye Şen (30)
2- DoGan Aslan (22)
3- Sellahadîn Bozkûrt (70)
4- Zeynep Yilmaz (40)
5- Emîne Dûman (77)
6- Lutfu Aksû (25)
7- Mehmet Saçan (38)
8- Ferdî Kalkan (20)
9- Huseyîn Ertene (17)
10- Huseyîn Selçûk (5)
11- Zeynep Demîr (65-70)
12- Cabbar Taşkin (40)
13- 2 pitikên 3 mehî yên ji ber bomberdûmana giran zû ji dayik bûn
TAXA NÛR
14- Dogan Îşçî (32)
15- Mehmet Tekîn (25)
16 Azîme Aşan (50)
17- Kûmrû Işik (85)
18- Abdullazîz Yûral (28)
19- Pitika 7 mehî ya di zikê dayika xwe Guler Yanalak de bi guleya polîsan hat qetilkirin
TAXA SÛR
20- Îbrahîm Akhan (15)
21- Yilmaz Erz (42)
22- Dîkran Sayaca (25)
23- Ramazan Înce (75)
24- Mîray Înce (Pitika 3 mehî)
TAXA YAFESÊ
25- Abdullmecît Yanik (24)
26- Hacî Ozdal (25)
27- Hediye Erden (60)
TAXA DÎCLE
28- Besna Zirig (50) krîza dil derbas kir
TAXA KALE
29 – Cahîde Çakil (35)