KCD-E: Faşîzma TC li Cizîr, Silopiya û Sûrê gefa qetlîama komî dixwe

Hevserokatiya KCD-E got, "Gelê Kurd ê bi rûmet, ku bi pêşengiya jin û ciwanên Kurdistanê li ber xwe dide, berxwedana qewirandina mêtîngeriya TC ji Kurdistanê mezin dike."

Hevserokatiya KCD-E got, "Faşîzma TC a nikare berxwedana bi rûmet a gelê Kurd bişikîne, niha jî li Cizîr, Silopiya û Sûrê bi gefa qetlîama komî re dixwaze rê li ber koçberiyê veke û gel bi zorê teslîm bigire."

Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û Yekîtiyên Parastina Sivîl (YPS) silav kir.

Hevserokatiya KCD-E ragihand ku mêtîngeriya Tirk li pêşberî têkoşîna azadiyê ya Gelê Kurd, mîna 40 salên bihurî di sala 2015'an de jî tarûmar bûye û got, "Faşîzma TC bi kevneşopiya xwe ya ji qirkirin û komkujiyên Dêrsim, Zîlan, Mereş, Sêwas, Roboskî û gelek komkujiyên mîna wan werdigire, nêzî gelê Kurd dibe.

Faşîzma TC a ku li pêşberî berxwedana gelê Kurd otorîteya xwe winda dike û mêtîngeriya wê roj bi roj diqete, bi tirsa mêtîngeriyê re bi awayekî xeyrî exlaqî û barbarî êrîşî gelê sivîl dike. TC a bi rêveberiya faşîzma AKP'ê, duh bi çeteyên DAIŞ'ê re bi destê duyemîn êrîşî destketiyên gelê Kurd dikir, îro jî bi Erdogan bi ruhê faşîzma Hîtler tank û topan li Bakurê Kurdistanê dicivîne. Faşîzma TC a ku 17 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdê de radigire, bi AKP'ê re tecrîd veguherand şantaja li dijî gelê Kurd. Rêber Apo bi berxwedana xwe re hemû tecrîd û gefên AKP'ê pûç kir. AKP'ê bi rêbazeke li dijî exlaq û hiqûqê re tecrîd kûrtir kir."

Hevserokatiya KCD-E ragihand ku gelê Kurd ê bi mehan e bi qedexeya derketina derve re ji av, elektrîk, xwarin û xizmetên tenduristiyê bêpar hatiye hiştin, ji ber ku serî li ber faşîzma dewletê netewandiye, tê qetilkirin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Çeteyen AKP'ê yên ku hemû amûr û derfetên dewletê yên şer bi barbarî bi kar tînin, hewl didin zarok, jin û extiyaran bi qetilkirinê re bitirsînin. Gelê Kurd ê bi rûmet, ku bi pêşengiya jin û ciwanên Kurdistanê li ber xwe dide, berxwedana qewirandina mêtîngeriya TC ji Kurdistanê mezin dike. Faşîzma TC a nikare berxwedana bi rûmet a gelê Kurd bişikîne, niha jî li Cizîr, Silopiya û Sûrê bi gefa qetlîama komî re dixwaze rê li ber koçberiyê veke û gel bi zorê teslîm bigire. Divê mêtîngeriya TC a bi pêşengiya faşîzma AKP'ê baş bizanibe, ku gava gelê Kurd bi hêrs bû, çawa ku duh li Kobanê çeteyên we ji hev xist, wê sibe we jî di nava xeyalên we yên komkujiyê de bifetisîne.

Mêtîngeriya TC ji ber temaşekeriya Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa, hemû sazî û raya giştî ya navneteweyî, hesabên komkujiyan bilêv dike. Bêdengiya li pêşberî planên komkujiyê tê wateya hevpariya komkujiyan.

Di serî de gelê me yê welatparêz ê li Ewropayê dijî, em bang li hemû hêzên demokrasî û azadiyê dikin, ku bi şiyara 'Ji bo azadiya Rêber Apo em berxwedanê mezin bikin' û 'Li dijî mêtîngeriyê em xweseriya demokratîk ava bikin', mêtîngeriya TC teşhîr bikin û ji bo bibin dengê berxwedana gelê Kurdistanê, em çalakiyên xwe yên demokratîk bênavber lidar bixin û mezin bikin."