Berxwedana xwerêveberiyan li Swêdê hat silavkirin

Partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Swêdî û Kurdistanî, di rojên destpêkê yên sala 2016'an de çalakî lidar xistin û berxwedana xwerêveberiyên li Bakur silav kirin. Di çalkaiyan de lenet li dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê hat anîn.

Li ser banga Partiya Çep a Swêdê, Partiya Edaletê, Sosyalîst, ji bo Entegrasyonê Jinên Kurd û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê girseya gel duh saet di 14:00 de li Meydana Gota li hev civiya.

Girseya gel a ji vê derê bi hilgirtina pankarta bi nivîsa "Bijî xwerêveberiyên demokratîk" û "Ji Ocalan re azadî" ber bi Meydana Gûstaf Adolf ve meşiya.

Tevî alên PKK, KCK, PYD, YPG, Partiya Çep û Partiya Edaletê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin û dirûşmên "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Destên xwe yên qirêj ji Kurdistanê vekişînin", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

Nûnerên Partiya Edaletê, Tevgera Goran û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Meydana Gûstaf Adolf axivîn. Qisekeran destek dan berxwedana xwerêveberiyan û êrîşên dewleta Tirk ermezar kirin. Her wiha bang li hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kirin, ku ji bo sekinandina komkujiyan bikevin dewrê.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên li dijî hikûmeta AKP'ê bi dawî bû.

...