Meleyê got, 'Xendek mafekî îlahî ye' hate binçavkirin

Mele Eshed Ergul ê ku xendekên li Kurdistanê li dijî êrîş û qatlîaman hatine kolandin wekî "mafekî îlahî" nirxand hate binçavkirin.

Mele Eshed Ergul ê ku xendekên li Kurdistanê li dijî êrîş û qatlîaman hatine kolandin wekî "mafekî îlahî" nirxand hate binçavkirin. 

Mele Eshed Ergul ê li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê têkîldarî xwerêveberiyên li Kurdistanê û terora dewletê ji DÎHA'yê re nirxandibû hate binçavkirin. Polîsan di saetên êvarî de bi ser mala Ergul de girtin û binçav kirin. Ergul birin Midûriyeta Polîsan a Xîzanê. 

Ergul têkîldarî xendekên li Kurdistanê yên li dijî terora dewletê hatine kolandin, nirxandina "xendek mafekî îlahî ye" kiribû.