Greva birçîbûnê di roja 2. de ye

Greva birçîbûnê ya malbatên Îsa Oran û Mesût Sevîktek ên li Sûrê ji aliyê çekdarên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, di roja 2. de dewam dike.

Malbatên Îsa Oran û Mesût Sevîktek ên li navçeya Amed Sûrê di 23'ê Kanûnê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, ji ber ku cenazeyên zarokên wan ji wan re nayê dayîn, duh li avahiya ÎHD Şaxê Amedê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Grev di roja 2. de dewam dike.

Gelê Amedê jî destekê dide çalakiya greva birçîbûnê. Parlamenterên HDP'ê yên jin Feleknas Ûca, Nûrsel Aydogan û Sîbel Yîgîtalp, malbatên di greva birçîbûnê de ne, ziyaret kirin.

Malbatan xwestin dorpêçiya li ser Sûrê ku ev 33 roj in bi êrîşên giran ên dewletê dewam dike, bê rakirin.