KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kampa AFAD'ê hate valakirin û bû bargeha hêzên dewleta Tirk
Kampa AFAD'ê ya ku ji bo koçberên Sûriyeyê û welatiyên Êzidî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn beriya du salan hatibû avakirin, hat valakirin û li wir tîmên taybet û leşker Tirk hatin bi cîh kirin. -
HSD’ê 2 gundên Eyn Îsa rizgar kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gundên Ebû Şehin û Hebsawî yên li Başûrêrojavayê bajarokê Eyn Îsa ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. -
Di Nobeda Ji Ocalan Re Azadî de banga ‘bêdeng nemînin’
“Nobeda Ji Ocalan Re Azadî” bi dewirgirtina AvEG-Kon didome. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin, li dijî êrîşên AKP’ê yên li ser Kurdistanê jî banga piştevaniyê hat kirin. -
Bi çekên giran Şêxmeqsûd tê topbaran kirin
Komên çeteyan bi çekên giran taxa Şêxmeqsûd a Heleb topbaran dikin, birîndar jî hene. -
Bi gefa mirinê re Kurdistaniyan ji Cizîrê sirgûn dikin
Hêzên dewleta Tirk li hemberî taxa Cûdî dest bi êrîşeke giran a bi topan kirin. Bi sedan Kurdistaniyên ji malên xwe hatin derxistin, bi gefa mirinê re sirgûnî deveyî navçeyê tên kirin. -
Di bîranîna sê şoreşgeran de desteka ji bo xwerêveberiyê
Li Stûttgartê, sê jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, bi merasîmekê hatin bîranîn. Di bîranînê de banga destekkirina xwerêveberiyan hat kirin. -
Amed li dijî komkujiyan dadikeve kolanan
Gelê Amedê bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr, wê ji îro û pê ve li dijî komkujî û êrîşên dewletê dakeve kolanan. -
Di sala 4. de Komkujiya Parîsê - Selahattîn Erdem
Bêguman, komkujiya 9'ê Çile li Parîsê ji bo me ronî ye. Kujer Omer Guney hate girtin û têkiliyên wî yên ideolojîk, siyasî û rêxistinî derketine holê. Eşkere bûye ku vî kesî ferman ji teşkîlata MÎT'a Tirkiyê standiye. -
Gundên Ebû Şehin û Hebsawî hatin azadkirin
Hêzên HSD'ê du gundên li başûrrojavayê bajarokê Eyn Îsa ne, azad kirin. -
Li Silopiyayê bi dehan kes hatin binçavkirin
Li Silopiyayê êrîşên dewleta Tirk ên bi tank û topan li hemberî taxên Barbaros û Şehîd Harûn dewam dikin. Li taxa Barbarosê bi qasî 7 hezar kes bi zora leşker û polîsan ji malên xwe hatin derxistin. Bi dehan ciwan jî hatin binçavkirin. -
Tong ê bû hedefa polîsan, jiyana xwe ji dest da
Kazim Tong ê li Cizîrê bi guleya polîsên Tirk ve birîndar bû, li Êlih a lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. -
Îrmez astengiya dewletê ya li pêşiya definkirina cenazeyan xist rojeva Meclîsê
Parlamentera HDP'ê Îrmez, astengiya dewletê ya li pêşiya definkirina cenazeyên sivîlên hatin qetilkirin xist rojeva Meclîsê. Îrmez di vê der barê de pêşnûme pirsek pêşkêşî Serokwezîr Davûtoglû kir. -
Kartal: Bi ruhê seferberiyê xwedî li xwerêveberiyan derkevin
Li Dusseldorfê panela 'xwerêveberî û xweseriya demokratîk' hat lidarxistin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di axaftina xwe ya li vir de banga xwedîderketina li xwerêveberiyê kir. -
Greva birçîbûnê ya ji bo wergirtina cenazeyan di roja 3. de ye
Malbatên Mesût Sevîktek, Îsa Oran û Ramazan Ogut ên li Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin ji bo canezeyên zarokên xwe werbigirin ev 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne. -
Polîsan êrîşî gelê xwest meşvanên Botanê pêşwazî bike kirin
Girseya gel, ji bo Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek û meşvanên Botanê yên bi wan re pêşwazî bike, li Hezexê li hev civiya. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. -
Cerdevan: Em ê li dijî gelê xwe şer nekin
Cerdevanên ku êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê red kirin û çeka dewletê danîn, destnîşan kirin ku ji bo nebin şirîkê terora dewletê wan çek danîne. -
Qurbaniyên komkujiya Qamişloyê li Swêdê hatin bîranîn
18 kesên di sê êrîşên cuda yên li Qamişloyê de jiyan xwe ji dest dan, li navçeya Sodertalje ya paytexta Swêd Stockholmê, ku gelek Asûrî-Suryanî lê dijîn, hatin bîranîn. -
Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê: Em naçin ti cihî, em li dijî dîktatoriyê li ber xwe didin
Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Yuksel got, "Ez dixwazim bi taybetî vê bêjim; gel bi biryar e li taxên xwe bimîne. Em naçin ti cihî, em li taxên xwe li ber xwe didin." -
Ajokarên xwestin bimeşin Cizîr û Silopiyayê ji aliyê PDK'ê ve hatin astengkirin
Bajokarên ku ev 22 roj in ji ber girtina deriyê sînor ê Xabûrê li Başûrê Kurdistanê disekinin xwestin bimeşin ber bi Cizîr û Silopiyayê ve, lê belê asayîşa PDK'ê pêşî li wan girt. -
Êrîşa bi tankan a li dijî taxên berxwedanê didome
Hêzên dewletê yên nikarin berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Cizîrê bişikînin, êrîşên xwe yên bi tankan didomîne. Ji ber van êrîşan li taxên Cûdî û Nûrê gelek xanî hilweşiyan. -
'Jin, zarok, ciwan; divê her kes tevlî şoreşê bibin'
Endamên Dîwana Edaletê ya KCK'ê Zîlan û Gabar destnîşan kirin, ku gelê Kurd wê teslîm nebe û xweseriya demokratîk ava bike. -
Leşker nahêlin Yuksekdag xwe bigihîne Silopiyayê
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag û heyeta pê re, ku ji bo çûyîna Silopiyayê ketin ser rê, li pêşiya navçeya Hezexê tên sekinandin. -
Aydar: Plana Şark Islahat dewam dike
Endamê Komîteya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar li semînerek li Osloyê axivî û diyar kir ku AKP hewl dide Plana Şark Islahat a di sala 1925'an de bi cih hat anîn, di roja îro de bixe meriyetê. -
Dewleta Tirk topan li Sûrê dibarîne
Li navçeya Amed Sûrê, hêzên dewleta Tirk dest bi topbaraneke giran kirin. -
FEDA'yê banga tevlîbûna li çalakiya 9'ê Çileyê ya li Parîsê kir
FEDA'yê ragihandin ku divê sê şoreşgerên jin ên di 9'ê Çileyê de hatin qetilkirin, mînak werin girtin û ji bo pirsîna hesab ji kujeran xwest, her kes li Parîsê bicivin.