Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê: Em naçin ti cihî, em li dijî dîktatoriyê li ber xwe didin

Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Yuksel got, "Ez dixwazim bi taybetî vê bêjim; gel bi biryar e li taxên xwe bimîne. Em naçin ti cihî, em li taxên xwe li ber xwe didin."

Li navçeyên Şirnex Cizîr û Silopiyayê, berxwedana gel a li dijî şerê Qesrê, zêdeyî 3 hefte ne dewam dike.

Hêzên dewleta Tirk duh êvarê êrîşeke giran a bi topan birin ser kolanên Devran, Sanat, Zubeyde, Sariyildiz û Sûsam ên taxa Cûdî ya Cizîrê, ku bi hezaran mirov lê dijîn. Di êrîşên li Silopiyayê de Yûsûf Yagci hat qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû.

Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel da xuyakirin ku tevî êrîşên dewletê yên li hemberî taxên wan, di heman demê de şerekî psîkolojîk jî tê meşandin û got, "Danê sibehê saet di 04:00-05:00 û danê nîvro bomberdûman tê kirin. Bi bombeavêj, hawan û topan re êrîşî taxên me dikin. Çekên giran ên ku heta roja îro nehatine bikaranîn, li dijî gelê me bi kar tînin. Zexteke psîkolojîk li ser gel dikin û bi vî rengî dixwazin gel ji taxan derxînin û taxan vala bikin."

Yuksel diyar kir ku li taxan hînê bi hezaran sivîl hene û got, "Tevî ewçend êrîşên giran û kuştinan, ji sedî 60 ê gel taxên xwe neterikandiye. Li cihên ewle yên taxên xwe, hewl didin xwe ji bomberdûman û topan biparêzin. Eger li malan jêr zemîn hebe, li wir dimîne. Li malekê 4-5 malbat neçar in bimînin. Şert û mercên em tê de ne gelekî giran e, lê belê gelê me bi biryar e ku li malên xwe, li taxên xwe li ber xwe bide."

'KESÎ NAVÇE NETERIKANDIYE'

Yuksel da zanîn ku mirovên ji ber xaniyê wan xera bûne tax terikandine, ji navçeyê derneketine û got, "Kesekî ku navçe terikandiye, nîne. Li aliyê din ê pirê taxa Konakê heye. Malbat bi giranî li wir bi cih bûn. Ez li Cizîrê dijîm. Dixwazim bi taybetî vê bêjim; gel bi biryar e li taxên xwe bimîne. Em naçin ti cihî, em li taxên xwe li ber xwe didin."

Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel dest nîşan kir ku ew li dijî dîktatoriya AKP'ê têdikoşin û got, "Têkoşîna me têkoşîna demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye."

Yuksel got, "Em li dijî dîktatoriyê têdikoşin. Li Cizîrê mirovekî bi tenê jî bimîne, ev têkoşîn wê bidome. Bila her kes ji vê piştrast be. Heta mirovekî bi tenê jî bimîne, em ê li hemberî dîktatoriyê bisekinin. Me ne li hemberî gelê Tirk, li hemberî dîktatoriyê serî hildan. Ti dîktatorî heta bi hetayê dewam nekiriye. Gelê Tirk jî li rojavayê welêt heman tiştî dijî. Ew jî rastî zilma dîktatoriyê tê. Bila ew jî xwedî li jiyana xwe derkevin û li hemberî dîktatoriyê şer bikin. Em bi hev re têkoşînê mezin bikin, ku dawî li dîktatoriyê bînin."