Li navçeya Şirnex Silopiyayê, berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî terora dewleta Tirk di roja 22. de dewam dike. Taxên Barbaros û Şehîd Harûn ji duh bi şev heta niha bi tankan ve tên topebarankirin.
Li taxa Barbarosê ji duh heta niha nêzî 7 hezar mirov bi zora çekê ji malên xwe hatin derxistin û birin salona sporê ya li taxa Yenîşehîrê û li vir jî ji bo ku Sîlopitatê biterikînin zext li wan tê kirin. Hate hinbûn ku hemû welatiyên ku birine salona sporê ji kontrola GBT hatine derbaskirin û zêdetirî 20 ciwan hatine binçavkirin. Der barê ciwanên ku hatine bin çavkirin de nayê zanîn ku birine ku derê. Malbat ji jiyana zarokên xwe bi fikar in. Hin ciwanên ku hatine binçavkirin ev in: Omer Yîgît, Velî Yîgît, Bedran Yîgît, Abdullah Tanguç.
Li taxa Yeşîltepe jî ji ber topebaranê 20 kesên ku ketine bodrûma malê ji ber nebûna avê, zehmetiyan dikişînin. Li bodrûma ku tiştekî xwarinê jî nemaye, ji ber ku mama jî xilas bûye welatîava bi şekir didin zarokan.
Tevî êrîşan li taxên Barbaros, Şehîd Harûn û Karşiyakayê berxwedana gel berdewam dike.