Polîsan êrîşî gelê xwest meşvanên Botanê pêşwazî bike kirin

Girseya gel, ji bo Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek û meşvanên Botanê yên bi wan re pêşwazî bike, li Hezexê li hev civiya. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin.

Meşvanên Botanê yên bi pêşengiya HDP, HDK, DBP, KCD û KJA'yê derketin rê û dixwazin dorpêç û êrîşa li dijî navçeyên Sîlopiya û Cizîrê bişikînin li navçeya Hezex a Şirnexê hatin astengkirin. 

Welatiyên ku li Parka Aştî ya Hezexê ji bo pêşwazîkirina meşvanan kom bûn jî rastî êrîşa polîsan hatin. Li navçeyê derabe nehatin vekirin, dibistan hatin boykotkirin. Tevî astengiyên hêzên dewletê jî gel li benda meşvanên Botanê ye.

Li aliyê din li kolana Alanyayê teqînek mezin rû da û polîsan gule berdan aliyê kolana ku teqînê rû da.