Aydar: Plana Şark Islahat dewam dike
Endamê Komîteya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar li semînerek li Osloyê axivî û diyar kir ku AKP hewl dide Plana Şark Islahat a di sala 1925'an de bi cih hat anîn, di roja îro de bixe meriyetê.
Endamê Komîteya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar li semînerek li Osloyê axivî û diyar kir ku AKP hewl dide Plana Şark Islahat a di sala 1925'an de bi cih hat anîn, di roja îro de bixe meriyetê.
Endamê Komîteya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar li semînerek li paytexta Norwêc Osloyê axivî û diyar kir ku AKP hewl dide Plana Şark Islahat a di sala 1925'an de bi cih hat anîn, di roja îro de bixe meriyetê.
Aydar di axaftina xwe ya li semînera ji aliyê Komeleya Çanda Kurdistanê ve hat organîzekirin de got, "Hin radibin dibêjin, eger PKK neketibûya nava pêvajoya şer wê nebaş bûya? Dîsa dibêjin, eger PKK'ê bersiv nedabûya êrîşên AKP'ê wê rewşa îro rû nedabûya. Ev nêzîkatiyeke şaş e. Ya ku îro AKP dike, dewama zîhniyetekê ye. Çawa ku di sala 1925'an de Plana Şark Islahat a ji bo tinekirina Kurd û Kurdistanê xistin dewrê, îro jî AKP vê didomîne."
Aydar bibîr xist ku yek ji rêveberê plana Şark Islahat Wezîrê Edaletê yê wê demê Mahmût Esad Bozkûrt gotibû, "Her kesê ne Tirk, kole û xizmetkarê Tirkan e" û da zanîn ku di roja îro de jî tîmên taybet ên AKP'ê li Farqînê û bajarên din ên Kurdan nivîsa "Eger tu Tirk be pê serbilind be, eger tu ne Tirk be serî bitewîne" li ser dîwaran dinivîsînin.
Aydar diyar kir ku nepêkan e Kurd li hemberî van êrîşan bêdeng bimîne û destnîşan kir roj roja berxwedana topyekûn e.
Aydar da zanîn ku gelê li bajarên berxwedanê li ber xwe didin di wê baweriyê de ye, ku ji vê saetê û şûn ve veger tê wateya xwekuştinê û destnîşan dikin, ku eger êrîşên AKP'ê neyên şikandin wê Kurd rastî komkujiyên gelekî mezintir bên. Aydar da xuyakirin ku ciwanên li bajarên Kurdistanê li ber xwe didin, tevî bêderfetî û mercên zehmet jî, lehengiyeke mezin nîşan didin.
Di semînera li Komeleya Çanda Kurdistanê ya osloyê de nûnerên YNK, Goran, PYD û gelek Kurdistanî amade bûn.