Bi gefa mirinê re Kurdistaniyan ji Cizîrê sirgûn dikin

Hêzên dewleta Tirk li hemberî taxa Cûdî dest bi êrîşeke giran a bi topan kirin. Bi sedan Kurdistaniyên ji malên xwe hatin derxistin, bi gefa mirinê re sirgûnî deveyî navçeyê tên kirin.

Di çarçoveya êrîşên qirkirinê de, ji ber ku ji propagandayên tarî encam bi dest neket, dewletê polîtîkaya sirgûnkirinê li Cizîrê xist dewrê. Tankên li ser girê Cahferî Sadik ê li Taxa Cûdî bi cih bûne, topan li taxê dibarînin. Ji ber topbaranê bi dehan mal danê vê sibehê xera bûn. Hêzên dewleta Tirk, ji bo terikandina navçeyê anonsan bê navber li gel dikin.

Gelê ku li hemberî her şêwe êrîşan ev 22 roj in li ber xwe dide, ji bo malên xwe neterikînin têdikoşin. Hêzên dewletê li taxa Cûdî dikevin malan û bi zorê gel ji malan derdixînin. Hêzên dewleta Tirk her wiha gefê li mirovan dixwin, ku eger navçeyê neterikînin, ew ê wan bikujin. Bi sedan mirovên ji malên xwe derketin jî, di bin navê kontrola nasnameyê de bi saetan li derve tên sekinandin. Beşek ji gel, li pira li ser Çemê Dîcle ya li Taxa Konakê tê sekinandin. Yên nasnameyên wan hatine kontrolkirin jî ji navçeyê tên sirgûnkirin.

Li Taxa Cûdî ya ku êrîşên qirkirinê lê dewam dikin, dîmenên topbaranê ji aliyê kameraya DÎHA ve hatin kişandin.

Li hemberî êrîşan û topbaranê, Yekîneyên Parastina Sivîl bersiva tund didin.