Leşker nahêlin Yuksekdag xwe bigihîne Silopiyayê
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag û heyeta pê re, ku ji bo çûyîna Silopiyayê ketin ser rê, li pêşiya navçeya Hezexê tên sekinandin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag û heyeta pê re, ku ji bo çûyîna Silopiyayê ketin ser rê, li pêşiya navçeya Hezexê tên sekinandin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag û heyeta pê re, ji bo xwe bigihînin navçeya Şirnex Silopiyayê, ku hatiye dorpêçkirin, ketin ser rê.
Lê belê heyet li ser rêya Haberlî ya 27 kîlometre dûrî Hezexê ye ji aliyê leşkeran ve hat sekinandin.
Li ser vê rêyê destûr ji derbasbûna wesayîtên din re tê dayîn, lê heyeta HDP'ê hatiye astengkirin.
Yuksekdag û heyeta pê re nêzî saeteke tê sekinandin.