Di Nobeda Ji Ocalan Re Azadî de banga ‘bêdeng nemînin’
“Nobeda Ji Ocalan Re Azadî” bi dewirgirtina AvEG-Kon didome. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin, li dijî êrîşên AKP’ê yên li ser Kurdistanê jî banga piştevaniyê hat kirin.
“Nobeda Ji Ocalan Re Azadî” bi dewirgirtina AvEG-Kon didome. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin, li dijî êrîşên AKP’ê yên li ser Kurdistanê jî banga piştevaniyê hat kirin.
Li bajarê Strasbourg ê Fransa, çalakiya Nobeda Ji Ocalan Re Azadî ya li pêşiya Konseya Ewropayê, AvEG-Kon dewir girt.
Nûnerên Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropa (AvEG-Kon) duh çalakiya Nobedê dewir girtin, danê sibehê saet 07.30’an li cihê nobedê belavok belav kirin. Çalakvanan bi sohbetên xwe ve jî mijar ji girseyê re ragihand, balê dikşînin êrîşên qirker ên AKP’ê yên li ser Kurdistanê.
Dema çalakiyê de daxwaza rakirina terora tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Ocalan ji gel re hat vegotin.
‘BÊDENG NEMÎNIN!’
Çalakvanan ji kedkarên herêmî, parêzvanên mafên mirovan û parlamenterên Ewropayî daxwaz kirin ku li hember êrîşên li ser Kurdistanê bêdeng nemînin.
AvEG-Kon, Federasyona Karkerên Penaber ên Elmanya (AGÎF), Federasyona Karkerên Penaber ên Swîsre (IGIF), Komeleya Çandê ya Karkerên Penaber ên Tirkiyeyî ya Fransa (ACTÎT) û Hevserokên Wekfa Çand Hunera Enternasyonal a Vardiya ya Hollanda (VEKSAV) wê çalakiya xwe ya nobedê heta 10’ê Çile bidomînin.