Êrîşa bi tankan a li dijî taxên berxwedanê didome

Hêzên dewletê yên nikarin berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Cizîrê bişikînin, êrîşên xwe yên bi tankan didomîne. Ji ber van êrîşan li taxên Cûdî û Nûrê gelek xanî hilweşiyan.

Berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîra Botan li hemberî tank û topên dewleta Tirk di roja 22. de dewam dike. Hêzên dewletê yên nikarin berxwedana gel bişikînin, êrîşên xwe yên bi çekên giran û tankan duh bi şev bi giranî li taxên Nûr û Cûdî pêk anîn. Ji ber bomberdûman û gulereşandinê gelek xaniyan zerar dîtin. Kurdistaniyên li van xaniyan derbasî malên li herêmên ewletir bûn. Leşker û polîsên Tirk ên bi zorê ketin beşek ji xaniyên li taxa Cûdî, bi darê zorê mirov ji malan derxistin û zexta koçberiyê li wan kirin. Li taxa Şahê sê topên hawanê li malekê ketin. Li vê malê xisareke mezin Çêbû û bi şensê, tiştek bi kesî nehat. Li kolana Yafes a taxa Nûrê, otela Mem û Zîn ji ber topbaranê beşeke mezin hilweşiya.

Di vê navberê de, piştî ku 9 cerdevanên gundê Kizir ê Silopiyayê çeka dewletê danîn û herî kêm 40 cerdevanan jî biryar dan ku tevlî operasyonên dewletê nebin, leşkeran avêtin ser gelek malên li nêzî gund. Di serdegirtinan de kesên bi navê Hamza Arzûman, Mûhammed Ûgûrlû û Kerem Ayan hatin binçavkirin.