Ji ber terora dewletê ya li Cizîr û Silopiyayê û ji ber girtina deriyê sînor ê Xabûrê bi hezaran ajokarên ji Cizîr û Silopiyayê ev 22 roj in li Başûrê Kurdistanê asê mane.
Ajokarn ji bo şermezarkirina êrîşan û xwedîderketina li berxwedana malbatên xwe xwestin ber bi Tirkiyeyê ve bimeşin, lê belê asayîşa PDK'ê pêşî li wan girt.
B hezaran ajokar bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan" heta deriyê sînor ê Brahîm Xelîl meşiyan, lê rastî astengiya asayîşa PDK'ê hatin. Ji ber vê astengiyê di navbera ajokaran û asayîşa PDK'ê de nîqaş derket.
Ajokaran dan zanîn ku heta derî were vekirin ew ê her roj rê li trafîkê bigirin û bi qîrîna dirûşmeyan hikûmeta AKP'ê şermezar kirin.