Kartal: Bi ruhê seferberiyê xwedî li xwerêveberiyan derkevin

Li Dusseldorfê panela 'xwerêveberî û xweseriya demokratîk' hat lidarxistin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di axaftina xwe ya li vir de banga xwedîderketina li xwerêveberiyê kir.

Li Dusseldorfê panela 'xwerêveberî û xweseriya demokratîk' hat lidarxistin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di axaftina xwe ya li vir de banga xwedîderketina li xwerêveberiyê kir. Kartal destnîşan kir, ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, çareserî pêk nayê.

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komuna Jinan a Dusseldorfê, panelek bi mijara xwereveberî û xweseriya demokratîk hat lidarxistin.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Hevserokê KONGA-Gel Remzî Kartal di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku gelê Kurd di sala 2015'an de bi berxwedana xwe re vîna xwe li tevahiya cîhanê daye qebûlkirin û destnîşan kir, ku sala 2016'an wê bibe sala fînalê.

'DIVÊ XWEDÎ LI XWERÊVEBERIYAN BÊ DERKETIN'

Kartal diyar kir ku Şoreşa Rojava ya bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hat, bi dengvedana li tevahiya Kurdistanê re vîna gelê Kurd derxist holê û got, "Eger îro li Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbîn û Kerboranê bi pêşengiya jin û ciwanan berxwedan tê nîşandan, ev yek destketiyeke ji aliyê berdêlên têkoşîna 40 salan ve hatiye afirandin. Eger jin, tevî ku zarokên wan tên qetilkirin, zarokên wan ên hînê ji dayik nebûne tên qetilkirin jî dibêjin 'em ê xaka xwe neterikînin', ev yek asta berxwedanê nîşan dide."

Kartal bang li Kurdên li Ewropayê kir, ku bi ruhê seferberiyê xwedî li xwerêveberiyan derkevin.

'WÊ BIBE SALA SERKETIN Û FÎNALÊ'

Kartal got, "Sala 2016 wê ji bo Kurdan bibe sala fînal û serketinê. Pêwîste gelê me bi vê şiyarê re cihê xwe di nava têkoşînê de bigire û got, "Berxwedana gel îspat kiriye ku heta Rêber Apo azad nebe 'pêvajoya çareseriyê' ne pêkane. Xwerêveberî di çarçoveya destûra bingehîn de mafekî xwezayî ye û di heman demê de hiqûqa di navbera Enqere û Kurdistanê de ye."

Di panelê de ji bo meşa navendî ya 9'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê hat kirin.

...