Îrmez astengiya dewletê ya li pêşiya definkirina cenazeyan xist rojeva Meclîsê

Parlamentera HDP'ê Îrmez, astengiya dewletê ya li pêşiya definkirina cenazeyên sivîlên hatin qetilkirin xist rojeva Meclîsê. Îrmez di vê der barê de pêşnûme pirsek pêşkêşî Serokwezîr Davûtoglû kir.

Parlamentera HDP'ê Îrmez, astengiya dewletê ya li pêşiya definkirina cenazeyên sivîlên hatin qetilkirin xist rojeva Meclîsê. Îrmez di vê der barê de pêşnûme pirsek pêşkêşî Serokwezîr Davûtoglû kir. Îrmez da xuyakirin ku di dema qedexeya derketina derve de li Cizîrê 28, li Silopiyayê 2o welatiyan jiyana xwe ji dest dane û xwest, ev qedexeya bêhiqûqî ya rê li ber mirinan vedike, tavilê were rakirin.

Îrmez ji Davûtoglû xwest bersiva van pirsan bide:

"Gelo fermana ragirtina cenazeyan bi rojan li malan, mizgeft û morgan, ji aliyê Wezaretiya we ve hatiye dayîn? Sedema vê biryara li dijî qanûnan a ku rê li ber hêsa civakî vedike û nirxên çandî û hiqûqê binpê dike, çi ye?

Hêzên ewlekariyê yên di bin fermana we de ne, dibin sedem ku cenazeyên mirovan bi rojan li naverastê bimînin û nahêlin bên rakirin. Ji aliyê şexsê we ve li ser mijarê lêkolînek hatiye destpêkirin? Eger hatibe destpêkirin, encamên vê çi ye?

Ji ber ku we ji bo veşartina cenazeyan ferman nedane, gelo bi awayekî neyekser jî be, ev nayê wateya teşwîqkirina îşkencekaran?

Gelo rast e ku hin sivîl bêyî agahiya malbatan jê çêbibe, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li Cizîrê hatine veşartin?"