Qurbaniyên komkujiya Qamişloyê li Swêdê hatin bîranîn

18 kesên di sê êrîşên cuda yên li Qamişloyê de jiyan xwe ji dest dan, li navçeya Sodertalje ya paytexta Swêd Stockholmê, ku gelek Asûrî-Suryanî lê dijîn, hatin bîranîn.

18 kesên di sê êrîşên cuda yên beriya sersalê li Qamişloyê de jiyan xwe ji dest dan, li navçeya Sodertalje ya paytexta Swêd Stockholmê, ku gelek Asûrî-Suryanî lê dijîn, hatin bîranîn.

Bîranîna destpêkê li navçeya Sodertalje ku zêdeyî 30 hezar Suryanî lê dijîn ji aliyê rêxistinbûyîna bi navê "Bi hev re Sodertalje" ve li Meydana Siyasetmedaran a li navenda navçeyê hat lidarxistin.

Di merasîma ku bi sedan kes lê li hev civiyan de, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dua hatin kirin, helbest hatin xwedin û find hatin pêxistin. Hin ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane yên li Dodertalje dijîn, wêneyên xizmên xwe hilgirtin.

Çalakiya duyemîn a bîranînê jî duh êvarê ji aliyê Komeleyên Asûriyan û Katedrala St. Jakob ve li Komeleya Asûriyan a li navçeya Sodertalje hat lidarxistin. Zêdeyî 500 kes beşdarî merasîma bîranînê bûn. Li vê derê, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dua hatin xwedin û ji bo bîranîna wan deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê rêxistinên amadekar jineke ciwan li vir peyivî û da xuyakirin ku gelê Asûrî yê li Mezopotamyayê şaristaniya destpêkê ava kir, li ser xaka xwe biçûk tên dîtin û got, "Em dibînin ku her roj mîrateya me ya çandî tê talankirin. Dêrên me yên antîk tên şewitandin. Dixwazin gelê xwecihî, gelê Asûrî koçber bibin. Bi hemû rê û rêbazan re hewl hat dayîn ku gelê Asûrî bê tinekirin. Ev yek ji bo me tê wateya Seyfoyeke nû. Lewma divê em dengê xwe bilind bikin û bigihînin tevahiya cîhanê."

Piştre Suryaniyekî di dema teqînên li Qamişlo de li restorantê bû û bi sivikî birîndar bû, bi rêya skype, bûyer vegot.

Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokratîk a Swêdê Yilmaz Kerîmo jî di axaftina xwe ya li bîranînê de anî ziman ku di şerê li Iraq û Sûriyeyê de herî zêde sivîl zerarê dibînin.

'EM DIXWZIN MAFÊ XWESERIYÊ JI ASÛRIYAN RE BÊ DAYÎN'

Kerîmo diyar kir ku li Qamişloyê hejmareke zêde ya Asûriyan heye û got, "Li cihê em Asûrî bi giranî lê dijîn, em dixwazin xweserî ji Asûriyan re were dayîn. Asûrî li hin cihên weke Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê, bi şêweyekî şaş weke Kurdên Xiristiyan, Erebên Xiristiyan tên pênasekirin. Na dostno; em em ne Kurd, Ereb an jî Tirkên Xiristiyan in. Zimanekî me yê cuda, çandeke me ya cuda heye. Em Xiristiyan in, lê em ji gelê Asûrî ne."

Di çalakiya bîranînê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane, helbest û stranên bi zimanê Asûrî hatin gotin.

Rêveberên Rêxistina Demokratîk a Asûrî ya Swêdê dan xuyakirin ku duh li bajarên Elmanya Aûgûsbûrg, Gutersloh û Wîesbadenê, rêxistinên Asûriyan ji bo bîranîna mirovên li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dan, çalakî lidar xistine.

ASÛRIYAN BERIYA QIRKIRINÊ SÎGORTAYA JIYANÊ KIRINE

Di vê navberê de derket holê ku di dema dawî ya Împaratoriya Osmanî de, hin ji Asûrî-Suryaniyan li New York Life Insurance Company ku yek ji mezintirîn şîrketa sîgora jiyanê ya DYA ye, sîgorta jiyanê kirine.

Alîkarê Midûrê Giştî yê fîrmaya parêzeriyê ya bi navê garden City Groupe ku mijarê dişobîne, ji bo wergirtina mafê xwe bang li xizmên van Asûriyan kir ku herî dereng heta 1'ê Gulana 2016'an bi belgeyeke fermî ya li ser xizmbûyîna wan, forma serlêdanê dagirin û ji wan re bişînin.

Hat ragihandin ku forma serlêdanê ji vê navnîşanê dikare were peydakirin:
http://www.assyrianinsuranceclaims.com/

...