Gundên Ebû Şehin û Hebsawî hatin azadkirin

Hêzên HSD'ê du gundên li başûrrojavayê bajarokê Eyn Îsa ne, azad kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), gundên Ebû Şehin û Hebsawî yên li başûrrojavayê bajarokê Eyn Îsa ne, ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn dagirkirin, azad kirin. Di operasyona rizgarkirinê de bi dehan çete hatin kuştin.

Hat ragihandin ku li herêmê şerê di navbera hêzên HSD'ê û çeteyan de, dewam dike.

Li gorî agahiyan, balafirên şer ên ser bi hêzên koalîsyonê jî, bombe li çeteyan barandine.