Greva birçîbûnê ya ji bo wergirtina cenazeyan di roja 3. de ye

Malbatên Mesût Sevîktek, Îsa Oran û Ramazan Ogut ên li Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin ji bo canezeyên zarokên xwe werbigirin ev 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Li navçeya Sûrê ya Amedê êrîş û dorpêça hêzên dewletê ev 34 roj in berdewam dike. Hêzên dewletê destûrê nadin malbat cenazeyên li Sûrê jî werbigirin. Malbatên Mesût Sevîktek, Îsa Oran ên ji aliyê tîmên taybet ve beriya 13 rojan hatin qetilkirin û Ramazan Ogut ê beriya 6 rojan hate qetilkirin ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin beriya 3 rojan li ÎHD'a Amedê greva birçîbûnê dan destpêkirin. 

Li salona ku greva birçûnê hatiye destpêkirin pankarta "We hurmet nîşanî jiyana wan nedan, hurmetê nîşanî cenazeyên wan bidin. Canezeyên zarokên me bidin" hate daliqandin. Tekane daxwaza malbatan rakirina qedexeya li Sûrê û wergirtina cenazeyên zarokên xwe ne.