Cerdevan: Em ê li dijî gelê xwe şer nekin

Cerdevanên ku êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê red kirin û çeka dewletê danîn, destnîşan kirin ku ji bo nebin şirîkê terora dewletê wan çek danîne.

Cerdevanên ku êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê red kirin û çeka dewletê danîn, destnîşan kirin ku ji bo nebin şirîkê terora dewletê wan çek danîne.

Li Kurdistanê îstîfaya cerdevanan ên naxwazin tevlî êrîşên qirkirinê bibin, dewam dike. Piştî ku duh li navçeya Silopiya ya Şirnexê 9 cerdevanên gundê Kizirê ji ber ku nexwestin tevlî operasyonên li hemberî gel bibin îstîfa kirin, 46 cerdevanên Taxa Avaşînê jî çeka dewletê danîn û îstifa kirin.

Hate zanîn ku cerdevanên ku ji wan hat xwestin tevlî êrîşên li ser gelê Silopiyayê pêk tê bibin, qebûl nekir, nerazîbûn nîşanî êrîşên dewletê jî dan. Hate hînbûn ku beriya qedexeya 14’ê Kanûna 2015’an li Silopiya were îlankirin, fermandarên Fermandariya Jendermeyan a Silopiyayê bi cerdevanan re axiviye û biryara tevlîbûna êrîşan ji wan re ragihandiye. Piştî vê yekê 46 cerdevanên Taxa Avaşînê bi avêtina îmzeyê biryar dane ku ew tevlî êrîşan nebin.

Piştî ku 46 cerdevan biryar dan ku tevlî êrîşên li ser gel nebin duh bi çekên xwe çûn Qereqola Jendermeyan a bajarokê Tilqebîn. Cerdevanên ku beriya niha îmzeya ku tevlî êrîşên li gel nebin avêtibûn, xwestin çeka dewletê danîn. 

Hate zanîn ku li ser xwesteka 46 cerdevanan a çek berdanê, fermandarên qereqolê ji bo ku ev bûyer di çapemeniyê de cih negire û bandorek neyînî neke tenê çekên 12 cerdevanan wergirtine û ji cerdevanên din re jî gotine ku wê çekên wan beş beş bigirin. 

'ME 46 CERDEVANAN DEST JI CERDEVANIYÊ BERDAN'

Cerdevanekî ku ev 24 sal in cerdevaniyê dike û wî jî çeka xwe daniye got ku roja qedexe were îlankirin, ji 150 cerdevanên ku li Silopiyayê dimînin re telefon hatiye vekirin û rayedarên dewletê xwestine ew tevlî operasyona li hember gel bibin. Cerdevanê ku nexwest navê xwe bide bilêv kir ku li ser vê yekê li gel wî 46 cerdevanan gotiye ew tevlî operasyona li hember gel nabin. 

Cerdevan da zanîn ku piştî wan gotiye 'em tevlî operasyona li hember gel nabin' îmzeya dev ji cerdevaniyê berdanê jî avêtine û duh jî çûne Qereqola Jendermeyan a Tilqebûn û çekên xwe danîne.

Cerdevanê ku nexwest navê xwe bide herî dawî got ku êdî wijdana wan qebûl nekiriye li hember gelê xwe şer bikin û bang li hemû cerdevanan kir ku êdî li şeref û namûsa xwe xwedî derkevin û dev ji cerdevaniya li hember gelê xwe berdin.