'Jin, zarok, ciwan; divê her kes tevlî şoreşê bibin'
Endamên Dîwana Edaletê ya KCK'ê Zîlan û Gabar destnîşan kirin, ku gelê Kurd wê teslîm nebe û xweseriya demokratîk ava bike.
Endamên Dîwana Edaletê ya KCK'ê Zîlan û Gabar destnîşan kirin, ku gelê Kurd wê teslîm nebe û xweseriya demokratîk ava bike.
Endamên Dîwana Edaletê ya KCK'ê Zîlan û Gabar destnîşan kirin, ku gelê Kurd wê teslîm nebe û xweseriya demokratîk ava bike. Zîlan û Gabar dan xuyakirin ku gelê Kurd bi xurtkirina têkoşîna xwe re dikare tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikîne, destê Ocalan xurt bike û bang li jinan kirin, ku bi rola xwe ya pêşengiyê rabin.
Endamên Dîwana Edaletê ya KCK'ê Zelal Zîlan û Berfîn Denîz Gabar tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, asta ku jinên Kurd gihaştiyê, di îlanên xwerêveberiyan de dilsozî û pêşengiya jinan a têkoşînê ji ANF'ê re nirxandin.
'GELÊ KURD WÊ BI BERXWEDANA XWE RE DESTÊ RÊBERTÎ XURT BIKE'
Zîlan der barê tecrîda şidandî ya li ser Ocalan ev nirxandin kir: "Ez bi taybetî tecrîda li ser Rêbertî şermezar dikim. Hikûmeta AKP'ê ji ber ku têkçûn qebûl nekir, tecrîda li ser Rêbertî şidand. Ev yek jî banga teslîmiyetê li gelê Kurd û gerîla ye. Ji ber ku Rêbertî helwest li hemberî vê teslîmiyetê nîşan da, dewleta Tirk tecrîda şidandî i ser ferz dike. Li hemberî van komkujî û polîtîkayên tinekirinê yên AKP ferz dike, Rêberê me û tevgera me bi agirbesta yekalî re niyeta xwe ya ji bo aştî û biratiyê nîşan da. Li hemberî vê yekê dewleta AKP'ê ev gavên aştiyane û erênî ji nedîtî ve hat, bêperwatiyeke mezin li hemberî gelê Kurd û Rêbertî nîşan da û polîtîkaya komkujî û tinekirinê li dijî gelê Kurd meşand. Gelê Kurd jî li hemberî vê yekê xweseriya xwe ya demokratîk, sîstema xwe îlan kir û ragihand ku bêyî bi dewleta Tirk ve girêdayî be dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe. Bi bêtehemûliya xwe re dewleta Tirk polîtîkaya înkarê meşandiye, lê jê nehatiye ku vîna gelê me bişikîne. Ji xwe nikare bişikîne."
Zîlan da xuyakirin ku 'êrîşên wehşî' yên hikûmeta AKP'ê nîşaneya têkçûna wê ye û got, "Ev yek di heman demê de rastiya neçareseriyê ya dewletê radixe pêş çavna. Di heman de gelê Kurd wê êdî ti carî têkçûnê qebûl neke, her tim li ber xwe bide û xweseriya xwe ya demokratîk ava bike. Çawa ku gelê Kurd li Kobanê li ber xwe da û bi ser ket, wê li Bakur jî li ber xwe bide û tecrîda li ser Rêbertî bişikîne. Ev helwest û biryardarî gelekî zelal e. Eger Kobanê têk biçûya, dewletê wê banga teslîmiyetê li Rêbertî bikira. Lê belê ji ber ku Kobanê neket, dewletê tecrîda li ser Rêbertî girantir kir. Ji ber neçareseriyê û nizane wê çi bike dewlet êrîşî her deverê dike; dişewitîne û hildiweşîne. Gelê Kurd wê bi berxwedana xwe re destê Rêberê xwe xurt bike. Ez di wê baweriyê de me ku gelê Kurd wê bi berxwedana xwe re mafên xwe bi dest bixe û xwe azad bike."
'RÊBERTÎ, JIN HIŞYAR KIR Û CIVAK RAKIR SER PIYAN'
Gabar jî bal kişand ser keda mezin a Ocalan ji bo azadiya jinê û got, "Gavên xurt ên Rêbertî ji bo tevgera jinê da avêtin, di tevahiya pêvajoya şoreşê de dewam kiriye. Her wiha piştî dîlgirtinê jî ev hewldanên xwe dewam kiriye. Bi afirandina partîbûyîna jinê, artêşbûyîna jinê û zanistiya jinê jineolojiyê re jin li her qadê kiriye pêşeng û hêza sereke. Li gelek welatên cîhanê tê zanîn ku tevgera herî mezin a jinê di nava PKK'ê de ye. Ji ber ku hêza jinê ya di nava PKK'ê de, hêzeke ji rêzê nîne. Ji her alî ve hêzeke xwe xurt kiriye. Ev hemû berhema hewldana mezin û nêzîkatiya felsefî ya Rêberê me ye. Haya me hemûyan ji vê heye. Bi zanebûna ku jin j bo civakê hêza esasî ya dînamîk e, di nava me de rê li ber hişyarbûnekê vekiriye û bi vê yekê re civak rakiriye ser piyan."
'JIN PÊŞENGA XWERÊVEBERIYÊ YE'
Gabar da xuyakirin, ku bi îlanên xwerêveberiyê re jin û dayikan her tim li refên herî pêş cihê xwe girtine, her gavê ji bo mafên xwe yên civakî û mafê zimanê dayikê têkoşiyan e û got, "Jinan hem îlanên xweseriya demokratîk hem jî bangên aştiyê bi hev re kirin û bi vî awayî rengê xwe nîşan dan. Bi awayekî gelekî xurt nîşan da ku ew li pişt vê berxwedanê ne. Ji ber ku jina bi pêşengiya Rêberê me afirî, pêşenga xwerêveberiyê ye." Gabar destnîşan kir ku jin hêz û enerjiya xwe ya pêşengiyê ji Rêberê xwe werdigirin û got, "Ji ber ku Rêberê me ji aliyê ruhî ve azad de nêrînên wî di vê astê de bandorê li gel û jinan dikin.
'PÊWÎSTE HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ TEVLÎ ŞOREŞÊ BIBIN'
Gabar bi wesîleya sala nû ya têkoşînê, axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir:
"Sala nû ji bo me hemûyan xwedî potansiyeleke avêtina gavên xurt e. Di sala 2015'an de bi rastî jî me potansiyela xwe bi xurtî nîşan dan. Li aliyekî pêngav û destketiyên li Rojava, li aliyê din destketiyên li Bakurê Kurdistanê, hêza tevgera me nîşan dan. Di nava sala derbasbûyî de du hilbijartin hatin kirin û tevî hemû astengiyan jî Kurdan vîna xwe nîşan dan û bend ji holê rakirin. 'Şerê qesrê' yê ji aliyê AKP'ê ve hat destpêkirin, nîşan dide ku dewlet çiqasî biçûk û bêçare ye. AKP dixwaze gelan li hemberî hev bide şerkirin û desthilatdariya xwe mayînde bike. Lê em ê bi hêz û îdîaya xwe ya têkoşînê re vê bişikînin. Kîjan zehmetî derkevin pêşiya me bila derkeve, divê em bi vê zanibin; li pişt her zehmetiyê ji sedî sed serketinek li benda me ye. Em bi vîneke bi vî rengî dest bi sala 2016'an dikin. Pêwîste em zanibin ku êdî şoreş li benda me ye û bi vî rengî tevbigerin. Gelê me gelekî baş dizane, ku dema me dest bi vê şoreşê kir, me bi gelê xwe re destpê kir, em bi gelê xwe re didomînin û em ê bi gelê xwe re bi ser bikevin. Hemû beşên civakê, jin, zarok, ciwan, extiyar divê her kes bi dil û can tevlî vê şoreşê bibin û bi hev re bi ser bikevin. Lewma divê em bi xurtî tevlî têkoşînê bibin û xwedî li xweseriya xwe ya demokratîk derkevin. Ji xwe potansiyela me ya xwerêvebirinê heye. Divê ev hîn bêhtir bi pêş de were birin. Li ser vê bingehê ez berxwedana gelê me û dayikên me silav dikim û sala nû li wan pîroz dikim."