Di bîranîna sê şoreşgeran de desteka ji bo xwerêveberiyê
Li Stûttgartê, sê jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, bi merasîmekê hatin bîranîn. Di bîranînê de banga destekkirina xwerêveberiyan hat kirin.
ANF
STÛTTGART
duşem, 4 rêbendanê 2016, 12:51
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Franas Parîsê hatin qetilkirin, hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stûttgartê ve hat organîzekirin û geleke Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn. Di duh saet di 14:00 de Arîf Engîzek û aktîvîsta TKJB Delal Rûbar axivîn.
'EM Ê BI XWEDÎDERKETINÊ RE JI XWERÊVEBERIYAN RE BIBIN BERSIV'
Engîzek di destpêka merasîmê de mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku her sê şoreşgerên jin, weke parçeyek ji konsepta tinekirina Kurdan ahtin qetilkirin. Engîzek bal kişand ser berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê û banga destekkirina vê berxwedanê kir.
Rûbart jî ragihand, ku b înfazên li Parîsê re azadiya jinên Kurd hedef hatiye girtin û da zanîn ku ev yek di heman demê de dewama komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Rûbar got, "Em ê bi mezinkirina rêxistinbûyîna jinê, bi pêşvebirina xweparastinê û bi xwedîderketina li xwerêveberiyan re bersivê bidin vê komkujiyê."