Amed li dijî komkujiyan dadikeve kolanan

Gelê Amedê bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr, wê ji îro û pê ve li dijî komkujî û êrîşên dewletê dakeve kolanan.

Her roj wê li bajêr çalakî bên lidarxistin û di 6'ê Çileyê de ber bi Sûrê ve meşeke girseyî bê lidarxistin.

Welatiyên Amedê ji bo şermezarkirina terora dewletê ya li dijî navçeyên Sûr, Sîlopiya û Cizîrê wê dakevin kolanan. Bi pêşengiya HDP û DBP'ê ji îro û pê ve saet di 18.00'an de her roj çalakiya dengderxistinê wê bê lidarxistin û gel dakeve kolanan. 

Çalakiya herî girseyî jî wê danê sibehê pêk bê. Li hemû navçeyan saet di 16'an de ber bi qeymeqamiyan ve wê meş bê lidarxistin. Di 6'ê Çileyê de jî bi beşdariya hezaran kesan ber bi navçeya Sûrê wê meşek pêk were. Saet di 13.00'an de gelê Amedê wê li qada Batikentê kom bibe û ji bo piştgiriya Sûrê heta Deriyê Rihayê bimeşe.