FEDA'yê banga tevlîbûna li çalakiya 9'ê Çileyê ya li Parîsê kir
FEDA'yê ragihandin ku divê sê şoreşgerên jin ên di 9'ê Çileyê de hatin qetilkirin, mînak werin girtin û ji bo pirsîna hesab ji kujeran xwest, her kes li Parîsê bicivin.
FEDA'yê ragihandin ku divê sê şoreşgerên jin ên di 9'ê Çileyê de hatin qetilkirin, mînak werin girtin û ji bo pirsîna hesab ji kujeran xwest, her kes li Parîsê bicivin.
FEDA'yê ragihandin ku divê sê şoreşgerên jin ên di 9'ê Çileyê de hatin qetilkirin, mînak werin girtin û ji bo pirsîna hesab ji kujeran xwest, her kes li Parîsê bicivin.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de FEDA'yê her sê jinên Kurd ên şoreşger bibîr anî û qetlîamker û kujer lenet kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji 9'ê Çileya 2013'an û vir ve ne kujerên her sê şoreşgeran baş hatin darizandin, ne jî hêzên li pişt komkujiyê hatin ronîkirin û bal hat kişandin ser van xusûsan:
'KOMKUJIYEK LI HEMBERÎ BAWERÎ Û NIRXÊN ME HATIYE KIRIN'
"Di serî de dewleta Fransayê, ti dewletan hêzên ev komkujî kirine û dane kirin mehkeme nekirine û ji bo ronîkirina rastiyan, sîstema hiqûq û edaletê nexistine dewrê. Li pişt vê bêdengiyê lêgerîna 'parastina dewletan û kujeran', destnedana li 'biratiya berjewendiyên aborî, leşkerî û siyasî' heye.
Ev sê sal in çalakiyên lêgerîna li edaletê yên gelê Kurd bênavber dewam dikin. Dixwazin ku kujerên komkujiyê tavilê bên darizandin. Ev daxwaz di heman demê de daxwaza sersor, civaka Elewiyan e. Weke civaka bawermendên sersorên Kurd ên Elewî yên li Mezopotamya û Anatoliyê, komkujiya li hemberî van her sê jinên şoreşger weke komkujiyek li hemberî bawerî û nirxên xwe dibînin.
Sara jineke şoreşger a Elewî ya Kurd bû. Zîhniyeta ku ew qetil kir xwest li komkujiyeke duyemîn a Dêrsimê pêk bîne û berxwedana dawî ya azadiyê ya li Dêrsimê di şexsê Sakîne de ji ser dîrokê bibin."
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser kesayetiya têkoşer a her sê şoreşgerên jin û hat xwestin, ku mînak bên dîtin.
BANGA JI BO KOMBÛNA LI PARÎSÊ
FEDA'yê ji bo dilsoziya bi bîranînên sê jinan, ji bo hesabpirsîna ji zîhniyeta serdestiya mêr, nîjadperest û kujeran, bang li her kesî hat kirin ku di 9'ê Çileyê de li Parîsê li hev bicivin.