KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîsên Tirk zaroka 12 salî qetil kirin
Ji ber êrîşa bi tankan a li hemberî taxa Cûdî, malbatekê ji neçarî bi bilindkirina ala spî ji malê derket, lê belê bû hedefa guleyên polîsên tevgera taybet ên Tirk. Di vê êrîşa çekdarên dewletê de Bişeng Goran a 12 salî jiyana xwe ji dest da. -
Berxwedana Cizîrê di rja 24. de ye
Di roja 24. a terora dewleta Tirk a li Cizîrê de, duh bi şev jî top li taxan hatin barandin. Berxwedana gel a li hemberî êrîşan dewam dike. -
Li bejahiya Eyn Îsa şerekî dijwar diqewime
Li gundê Şoran ê li başûrrojavayê bajarokê Eyn Îsa, di navbera şervanên HSD û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. -
Cenazeyê ciwanê hat qetilkirin ji Silopiyayê re hat şandin
Cenazeyê ciwanê li Silopiyayê tevî siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hat qetilkirin, piştî otopsiyê cenazeyê wî şandin Silopiyayê. -
Amedî wê ber bi Sûrê ve bimeşin
Gelê Amedê, ji bo şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê, bi pêşengiya DBP û HDP'ê wê saet di 13:00 de ji Meydana Batikentê ber bi Sûrê ve bimeşe. -
Leyla Bîrlîk: Ew bi birîndarî qetil kirin
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk a li nexweşxaneyê siyasetmedarên Kurd ên li Silopiyayê hatin qetilkirin teşhîs kir got, "Rûyê Sêvê parçe bûbû. Min ew ji destên wê nas kir. Bi birîndarî ew înfaz kirin." -
Êrîşên çeteyan ê li hemberî Tişrînê hatin şikandin.
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî derdora Bendava Tişrînê û gundê Qereqozaqê kirin. -
Hizbî Zehmetkêşan: Xwedîderketina li Bakur wezîfeyeke neteweyî ye
Endamê Komîteya Navendî ya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan Hawrê Hesen diyar kir ku Erdogan û dewleta Tirk bi awayekî vekirî li Bakurê Kurdistanê komkujiyê dikin û got, "Dijderketina li vê komkujiyê, wezîfeyeke neteweyî ya Kurdan e." -
Kurdên li Elmanyayê îro jî dadikevin kolanan
Li ser banga NAV-DEM'ê wê li gelemperiya Elmanyayê saet di 16:00 de meş û mîtîng werin lidarxistin. -
Li Şirnexê 5 polîsên tîmên taybet û çawişekî pispor hatin kuştin
Li ser rêya Şirnex-Cizîrê, maşîneke zirxî ya bi tîpa Ûral hat rûxandin. 5 polîsên tîmên taybet ên di wesayîtê de hatin kuştin. -
Li Şirnexê ciwanekî 19 salî ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin
Hêzên dewleta Tirk ên duh bi şev ji maşînên zirxî gule li taxa Bahçelîevler a Şirnexê reşandin, ciwanê bi navê Çetîn Taşar ê 19 salî qetil kirin. -
Ji bo şermezarkirina komkujiyan, li Swêdê çalakiyên dagirkirinê hatin lidarxistin
Bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike û bêdengiya medya Swêdê, duh li bajarên Stockholm, Goteborg, Orebro û Borlange yên Swêdê çalakiyên dagirkirinê û protestoyî hatin lidarxistin. -
Li Fransayê çalakiyên li dijî êrîşên dewleta Tirk
Êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li gelek bajarên Fransayê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin. -
Terora dewleta Tirk li Awûstûryayê hat şermezarkirin
Li bajarên Awûstûrya Lînz, Înnsbrûck û Worgulê, êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin. -
Li Zurîchê avahiya TV û radyo hat dagirkirin
Li bajarê Swîsre Zurîchê, ciwanên endamên Ciwanên Azad, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê, avahiya SRF TV û radyo dagir kirin. -
Çalakiyên li gelek bajarên Îtalyayê
Bi armanca destekkirina berxwedana gel a li Kurdistanê û şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Îtalyayê çalakî hatin lidarxistin. -
Li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin
Ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyan û şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk, li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên dagirkirin, meş, mîtîng û konên agahdarkirinê hatin lidarxistin. -
Şengaliyan di binê konan de dest bi sala nû kirin
Tevî ku Şengal hatiye rizgarkirin jî, ji ber ku çete hînê li gundên derdorê ne, Şengalî nikarin vegerin malên xwe. Lewma vê zivistanê jî di binê konan de derbas dikin. -
Karayilan: Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li malê rûnenê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li dijî zilma dewleta AKP li Kurdan dike, li malê rûnenê. -
Li Cenevreyê protestokirina dewleta Tirk rastî êrîşa polîsan hat
Girseya li Cenevreyê polîtîkayên êrîşê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin rastî êrîşa tund a polîsan hat. Ji 4 kesên ku hatin binçavkirin 2 serbest hatin berdan, 2 kesên din jî wê sewqî dozgeriyê bên kirin. -
Dewleta Tirk binçavkirina Oruç qebûl kir
Midûriya Emniyetê ya Silopiyayê ya îdîa dikir ku Nûçegîhanê DIHA’yê Nedîm Oruç ê li Silopiyayê hat revandin û hat êşkencekirin, di encama zexta raya giştî de qebûl kir ku Orûç binçav kirine. -
Artêşa Tirk êrîşî Girê Spî dike
Êrîşên artêşa Tirk li ser depoyên genim ên Girê Spî 45’an deqeyan dom kir û ti ziyanên mezin çênebûn. -
Li Şaxê mînîbusa rêwiyan di bin aşûtê de ma: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Mînîbusa rêwiyan a ber bi navçeya Şaxê ya Wanê ve diçû di bin aşûtê de ma. Rêwî bi alîkariya kesên derdor hatin rizgarkirin, kesekî jiyana xwe ji dest da. -
TJK-E: Ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger em ê têkoşînê mezin bikin
TJK-E diyar kir ku di arîfeya 3’emîn salvegera qetlîama Parîsê de duh li Silopiyayê 3 meşvanên azadiyê hatin qetilkirin. -
Li Belçîkayê li dijî qetlîaman gar hat dagirkirin, dosya hatin pêşkêşkirin
Li paytext Bruksel û bajarê Lîege yên Belçîkayê, raporên ji bo balkişandina ser qetlîamên li Kurdistanê pêşkêşî sazî û partiyên xwecîhî hatin kirin. Li Brukselê gara trenê hat dagirkirin.