Li bejahiya Eyn Îsa şerekî dijwar diqewime

Li gundê Şoran ê li başûrrojavayê bajarokê Eyn Îsa, di navbera şervanên HSD û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî gundê Şoran ê li başûr rojavayê bajarokê Eyîn Îsa, dikin. Şervanên HSD’ê bersiv didin êrîşan. Di  navbera şervanên HSD’ê û çeteyan de şerekî dijwar diqewime. 

Çeteyan îro Îro berbangê jî  du êrîşên hemwext li dijî Bendava  Tişrînê û Pira Qereqozaqê pêk anîbûn. Şervanên HSD’ê bersiv dan wan êrîşan û êrîş şikandin.