Ji bo şermezarkirina komkujiyan, li Swêdê çalakiyên dagirkirinê hatin lidarxistin
Bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike û bêdengiya medya Swêdê, duh li bajarên Stockholm, Goteborg, Orebro û Borlange yên Swêdê çalakiyên dagirkirinê û protestoyî hatin lidarxistin.
ANF
STOCKHOLM
çarşem, 6 rêbendanê 2016, 08:10
Bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike û bêdengiya medya Swêdê, duh li bajarên Stockholm, Goteborg, Orebro û Borlange yên Swêdê çalakiyên dagirkirinê û protestoyî hatin lidarxistin.
Li ser banga Tevgera Jinên kurd, Swêdî jî di nav de komek ji 25 kesan, duh saet di 17:20 de buroya navendî ya mezintirîn ajansa nûçeyan a Swêdê TT a li Stockholmê dagir kirin.
Çalakgeran bi rêveberên ajansê re hevdîtin kirin û li ser armanca çalakiya xwe û rewşa li Bakurê Kurdistanê de agahî dan. Çalakgeran daxwaza rêveberên ajansê ya ji bo valakirina avahiyê red kirin û piştî ku polîs hatin avahiyê û kontrola nasnameyan kir, çalakger serbest hatin berdan.
Çalakiya ku bi qasî saetekê dewam kir, gelekî deng veda. Televızyona Dewletê ya Swêdê jî di nav de, Aftonbladet, Expressen, Dagns Nyheter û gelek organên çapemeniyê cih dan bûyerê û hevpeyvînên bi çalakgeran re weşandin.
Li duyemîn mezintirîn bajarê Swêdê Goteborgê, komek ji Kurdistaniyan rojnameya herêmî Goteborg Posten dagir kir û bi yek ji rêveberên rojnameyê Marcûs Hankîn re hevdîtin kir.
Çalakgeran dosyayek li ser rewşa li Bakurê Kurdistanê û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, pêşkêşî Hankîn kirin û jê xwestin, ku cih bidin rewşa li Kurdistanê. Çalakî piştî saetekê bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
Komek ji Kurdistaniyên li bajarê Borlange dijîn, piştî serdana Partiay Karker a Sosyal Demokrat, rojnameya Dala Demokraten ziyaret kir. Kurdistaniyan rewşa li Bakurê Kurdistanê ji rayedaran re ragihandin û xwestin, raya giştî ya Swêdê li ser mijarê agahdar bikin.
Li bajarê Orebro jî, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û piştgiriya ji bo gelên Sûr, Cizîr, Silopiya, Kerboran û Nisêbînê meş û mîtîngek hat lidarxistin.
Di çalakiya ku li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat lidarxistin de, Asûrî-Suryaniyan jî destek dan. Di çalakiyê de xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin silavkirin.