Dewleta Tirk binçavkirina Oruç qebûl kir

Midûriya Emniyetê ya Silopiyayê ya îdîa dikir ku Nûçegîhanê DIHA’yê Nedîm Oruç ê li Silopiyayê hat revandin û hat êşkencekirin, di encama zexta raya giştî de qebûl kir ku Orûç binçav kirine.

Midûriya Emniyetê ya Silopiyayê ya îdîa dikir ku Nûçegîhanê DIHA’yê Nedîm Oruç ê li Silopiyayê hat revandin û hat êşkencekirin, di encama zexta raya giştî de qebûl kir ku Orûç binçav kirine.

Welatiyên li taxa Şehît Harun a navçeya Silopiyayê ya Şirnexê dijîn di nav rojê de ji aliyê polîs û tîmên taybet ve ji bi çekan bi zorê ji mal hatin derxistin û birin salona sporê ya li Taxa Yenîşehîrê ya vegêrandin wergeha komkirinê. Di nav 37 kesên bi zorê birin salona sporê Nûçegihanê DÎHA'yê yê Silopiyayê Nedîm Oruç ê ku bi rojan li navçeyê geşedan ji raya giştî re radigihandin jî hebû. Li gor şahidên bûyerê piştî li vir êşkence li Orûç kirin li bi wesayîteke zirxî ve ji vir revandin.

DEMEK DIRÊJ ÎNKAR KIRIN

Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê tevî parêzerên DÎHA û malbatê bi çendan cara lê geriyan jî têkîldarî binçavkirina Orûç ji agahîdayinê reviya. Rayedarên polîsan ên digotin, “Em ne dikarin bêjin binçavkirî ye, ne jî ne binçavkirî ye”, hejmarek din a telefonê dan û gotin ji vir agahî karin bên girtin. Hejmara ku parêzerên DIHA’yê lê geriyan jî derneket.

HAT QEBÛLKIRIN KU ORUÇ HATIYE BINÇAVKIRIN

Piştî zexta raya giştî ya têkîldarî bi êşkencekirinê ve Orûç revandine, Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê derengê şevê qebûl kir ku Nûçegîhanê DIHA’yê Orûç hatiye binçavkirin. Rayedaran polîsan ên destpêkê Orûç binçavkirine diyar kirin ku nûçegîhanê DIHA’yê di binçav de ye û îfadeya wî hatiye girtin.