Berxwedana Cizîrê di rja 24. de ye

Di roja 24. a terora dewleta Tirk a li Cizîrê de, duh bi şev jî top li taxan hatin barandin. Berxwedana gel a li hemberî êrîşan dewam dike.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, berxwedana gel a li hemberî terora dewletê, di roja 24. de ye. Dewleta Tirk a ku nikare berxwedana gel bişikîne, bi êrîşên tank û topan hewl dide gel tehcîr bike û navçeyê ji mirovan xalî bike. Tevî hemû êrîşan jî li taxên Cûdî, Nûr û Yafesê berxwedan dewam dike.

Duh bi şev jî dewleta Tirk bi tankan top li her sê taxan barand. Ji ber topbaranê bi dehan malên li Taxa Cûdî xera bûn û li gelek xaniyan jî şewat derket.

Tankên li Girê Aşk ê li Kolana Kûramî bi cih bûn, top li taxa Cûdî barandin.

Gelek wesayîtên ku ciwanan ji xwe re kiribûn bend, ji ber topbaranê şewitîn.

Taxa Yasefê jî duh bi şev bû hedefa tankan.